Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Girtî 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên PAJK û PKK'yî ku salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin, ragihandin ku ew ê 27'ê Mijdarê dest bi çalakiyan û grêva birçîbûnê bikin û peyam dan ku dem dema berxwedanê ye!

Navenda Nûçeyan

Girtiyên PKK û PAJK’î bi daxuyaniyeke nivîskî 43’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Girtiyan di daxuyaniya de diyar kirin ew 27’ê Mijdarê ‘Cejna vejînê û bûyînê ya Rêbertiya me, gelê me û gelan pîroz dikin’ û heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd û çewisandina bidawî bibe û Ocalan bigihije azadiya fizîkî ew ê têkoşînê bidomînin.

Girtiyan bal kişandin ser pêngava KJK’ê ya ‘Li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye’, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê bi bîr xistin û gotin têkoşîna azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah paradîgmaya wê daniye, bi pêşengiya PKK û PJAK’ê li Rojhilata Navîn û cîhanê dikare sîstema wê were danîn, jiyana azad dikare were rêxistinkirin, honan û wiha gotin: “Em girtiyên PKK û PAJK’î dibêjin, cîhaneke alternatîf pêkan e.”

Girtiyan di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de ku em sala 43’yemîn PKK’ê pîroz dikin û ber bi şoreşê ve diçin, em berxwedana bêhempa û dîrokî ya li Îmraliyê silav dikin. Em girtiyên PKK û PAJK’î diyar dikin ku bi giyanê 14’ê Tîrmehyê bibin şopdarên Mazlûm, Sara û Çaran, bi dilsoziya şehîdên leheng ku hêza afirandêr a destkeftiyên mezin a pêngava berxwedanê ya, ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, ji bo pêkanîna armancên wan, bi nirx û mîrateya ku wan ava kirî, heta ku pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabe û azadî bi ser bikeve em ê di têkoşînê de bi rola xwe ya çalak rabin.

Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye, ji ber vê ji bo ku berxwedanê bişkînin serî li her rê û rêbazî didin. Ya ku dikeve ser me ew e ku di her şert û mercî de, her li ku derê be, em li ku qadên bin bi biryardariyeke mezin berxwedanê mezin bikin û li ser hîmê rakirina tecrîdê dawî li faşîzmê bînin

Têkoşîna me ya azadiyê ya 43 salî, di serî de bi keda û berxwedana şehîdên me, Rêbertiya me, gelê me û gelên mezin bûye. Li dijî polîtîkayên parçekir û qirker ên hêzên statûkoparêz ên li herêmê yên pergala modernîteya kapîtalîst bi afirandina hîndekariya azadiyê û afirandina rêxistiniyê, bûye xwedî dîroka têkoşînê ya domdar. Bi têkoşîna PKK’ê gelê me hay ji bîreweriya nasnameya xwe çêbûye û bi vê bûyîneke nû çêbûye.”

Di daxuyaniyê de ya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î hate gotin ku ew bi kelecaneke mezin damezirandina PKK’ê pîroz dikin û wiha hat domandin: “Layiqî maneya vê roja dîrokî û rêz û rêçika dîroka berxwedana me ya zindanê, 27’ê Mijdarê em girtiyên PKK û PAJK’î li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi rêze çalakiya watedar dikin. Pergala îşkence û tecrîdê ku li Îmraliyê li ser Rêbertiya me hatiye danîn, ya li ser gelê me û hemû civakê, çewisandiye tecrîd e. Ev berxwedana me li dijî îlhak û tecrîdê ku faşîzma AKP-MHP’ê li ser civakê ferz kiriye têkoşîna berxwedanê ye. Êrîşa faşîzmî, bêcihûwarkirin, qetilkirin tifaqa AKP-MHP’ê ye ku bi îdeolojiya mêtingerî, faşîzm, nîjatperestiyê dixwe û vê hişmendiya xwe ya qirker li ser kurdan û hemû gelên çewisandî rewa dibîne. Tam ji ber vê sedemê dema wê ye ku em bi giyanê seferberiyê tev li pêngava ‘Bes e ji faşîzm, dagirkerî, tecrîdê re; Dema Azadiyê ye’ bibin, deng derxînin û derkevin derve.  Heta ku tecrîda mitleq a li ser gelê me û gelan rabe, bi koman dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a pênc rojan dikin. Li gel vê li ser daxwaza sewkirinê ya li girtîgeha Îmraliyê ku Rêbertiya me lê ye, careke din bang li CPT’yê dikin bi berpirsyariya xwe ya li bara îşkence û pêşîlêgirtina muemeleya dermirovî, divêtiyên sazûmanbûna serbixwe di serî de li Îmraliyê, li hemû girtîgehan binpêkirina mafan ji cih bişopîne û tiştên hewce bike.”

Her wiha daxuyaniya girtiyan wiha bi dawî bû: “Fêhmkirina rastiya Rêbertî, serfirandina felsefeya azadiyê ne rêxistiniya çalakiyê ya di nav çalakiyê de ye, bi esasê giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê heke mirov li ber xwe bide û tevbigere, serkeftin û tacîdarkirina têkoşînê ya bi serfiraziyê bivênevê ye.

Bi vê çarçoweyê em bang li gelê xwe, gelên li vê cografayê, sazî û dezgehên demokratîk û hemû raya giştî dikin ku bi bihîstyarî tev li vê pêvajoyê bibin û keda xwe lê zêde bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar