Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PDK amadekariyên şer dike’

Rojnamger Erdogan Altan diyar kir ku li başûrê Kurdistanê amadekariyên şer tên kirin û got ku heman xetere li Şengalê jî heye

Rageşiya li Herêma Kurdistanê ku ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rû daye, didome. Ji ber ku hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li herêma Metîna û Garê tên bicihkirin, hindik maye ev rageşî veguhere şer. Heman rewş li herêma Şengalê jî rû dide. Piştî îmzekirina peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe de, bi hezaran esker li herêma Şengalê hatin bicihkirin. Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî daxuyandibû ku armanca vê peymanê fermana 75’a ye û ji bo parastina Şengalê bang li hemû hêzan kiribû ku amade bin. Rojnamevan Erdogan Altan ku li Herêma Kurdistana Federe tiştên diqewimin ji nêz ve dişopîne, qewimîn û geşedanên dawî nirxandin.

Altan diyar kir ku PDK amadekariya şer dike û wiha got: “Tenê ne li Garê niha li Gac Umran û Balêkanê ku di bin kontrola PDK’ê de ne jî topên giran tên sewqkirin. Yanî bi anîna van yekîneyên topavêj re, hêza li Metîna û Garê zêde bikin.”

Altan da zanîn ku hêz û yekîneyên ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyê, yanî pêşmergeyên Zerêwane, Gulan û Rojê li herêmê tên bicihkirin û ev tişt anî ziman: “Tê gotin ev yek ji bo liv û tevgera gerîlayên PKK’ê bê astengkirin tê kirin. Hem di operasyona Xakûrkê hem jî di operasyona Heftanînê de ev yek bi vî awayî hat bilêvkirin. Tişta ku Tirkiye nikare li bejahiyê bike, rola dane PDK û PDK jî hêza xwe li van deran bi cih dike û dixwaze herêmê têxe bin kontrola xwe.”

Çavê gel bi Tirkiyeyê didin tirsandin

Di axaftina xwe de Altan da zanîn ku liv û tevgera heyî li her derî heye û herî zêde li herêma Bradostê û wiha domand: “Eşîra Bradostê ji roja roj de ne PDK’ê ne jî Tirkiyeyê qebûl nake. Bi bomeberanakirina bi destê Tirkiye û PDK’ê armanc herêmê ji mirovan xalî bikin.”

Altan got ku MÎT, Parastin û nûnerên PDK’ê her tim bi gelên herêmê re civînan çêdikin û ji bo PKK’ê ji herêmê derxînin dixwazin wan qaneh bikin û bi operasyonên bejahiyî dixwazin wan çavtirsandî bikin. Altan diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze li Herêma Behdînanê ji xwe re deriyekî vebikin lê belê gelê herêmê ji roja roj de rê nedaye ber tu hêzan û lewma her tim gef li wan tê xwarin û wiha pêde çû: “Hem dewleta tirk û hem jî PDK baş bi vê dizane, lewma bi destûra Amerîkayê gefan li van deran dixwin. Jixwe di êrîşên hewayî de ev der jî hedef hatin girtin û armanca vê jî ev e.”

Heman rewş li Şengalê heye

Altan destnîşan kir ku rewşa Şengalê jî perçeyek vê plana li herêmê ye û ev tişt anî ziman: “Peymana Şengalê bi israra Tirkiye û bi pêşengiya Amerîkayê hat kirin. Yek ji armanca peymana Şengalê jî ew e ku îmaja PDK’ê ya piştî êrîşên DAIŞ’ê nemabû bê sererastkirin û dixwazin Şengaleke ku şengalî lê tune bibin ava bikin. Haya gele Şengalê ji vê yekê heye û lewma ji wan bawer nakin.

Altan diyar kir ku bi van planan tê xwestin ku li herêmê gelê êzidî û gelê ereb bera hev bidin û ji bo vê li herêmê hin cinayetên provakatîf tên kirin, hikûmeta Iraqê û rêveberiya herêmî jî vê yekê dikin hincet û anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin, elametên şer in û wiha domand: “Gelê herêmê, saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan bang dikin lê belê PDK cardin jî bênavber sewqiyatê didomîne. Niha xetereyek wiha heye; hêzên Gulanê yên sewqî herêmê hatine kirin dibêjin ‘Em ji bo mayinên PKK’ê paqij bikin dewriye digerin.’ Bûyera li Çomakê jî nîşan dide ku armanc li gor daxwaza dewleta tirk tev bigerin û biçin deverên gerîlayan. Ev ji bo şer provakasyon e. Pêngaveke şerê birakujiyê ye. Jixwe zimanê siyasetê jî nîşan dide ku heger wisa dewam bike dê şerê birakujiyê çêbibe.”

Diyalog

Her wiha Altan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK divê ji bo bangawaziya KCK û PKK’ê amade be. Heger ji bo diyalogê tiştekî beyan neke, divê sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl ên li başûrê Kurdistanê hemû li hemberî PDK’ê helwesta xwe nîşan bidin. Ji bo vê famkirin bê ev sewqiyat ji bo çi tên kirin, divê heyetek bê avakirin û heger PKK neheq be divê helwest bê nîşandan û heger PDK neheq be divê helwest bê nîşandan. Ji bo birakujî çênebe, pêdivî bi heyeteke wiha heye, bi heyeteke serbixwe û divê ev heyet biçe herêmê.”

MA / Ahmet Kanbal

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar