Gelek roj an pêngavên dîrokî hene lê ez bawer dikim ev biryara ku di vê rojê de hate dayîn, yek ji wan rojên dîrokî yên herî giringtir e.
Ji ber ku di vê rojê de, ne biryara rizgarkirin an azadkirina kesekî, malbatekê, qebile-eşîretekê yan herêmekê hat dayîn û ragihandin, belê biryara rizgakirin û azadkirina welatekî û gelekî hat dayîn û ragihandin.
Eger ku em ber bi van salên dawî ve werin, jixwe em ê bibînin ku vê biryarê sînorê Kurdistanê jî qelişyandiye û derbasî welatên herêmê jî bûye. Her wiha ne ji bo gelê kurd û Kurdistanê tenê weke hêvî û curet û azadî û rizgarî ma, belê ji bo gelên herêmê jî heman hest û raman afirand.
Car caran mirov li ser rastiya bûyerekê, pêngavekê yan jî bi giştî li ser diyardeyekê şîroveya dorfireh dike, hinek dibêjin dibe ku ev pir bi gotinên qelew diaxive, diyardeyê ji rastiya xwe mezintir dide xuyakirin û hwd.
Na xêr, ka em hinekî bala xwe bidin bûyer û rêberiyên herî mezin ên sedsala 20 û 21’an, em ê bibînin ku tew em kêm dibêjin û ji bo şîrovekirina bê qûsûr û bi tevayî mafê vê mijarê bidinê em lawaz jî dimînin.
Erê ji bo sedsala 20’an, em dikarin gelek fîlozof, zanyar û her wiha pêşeng û rêberên şoreşên cîhanê destnîşan bikin. Lenîn, Mao, Che Givara û yên ber bi dawiya sedsalê jî Apê Hoşimîn û Mandela û hwd. destnîşan bikin.
Lê ji bo sedsala 21’an, mirov ewqas zêde nikare, heta yekî tenê jî weke fîlozof, zanyar û rêberê şoreşan yê şênber, nasyar û berbiçav bibîne. Bi tenê yê ku di dawiya sedsala 20’an de destpêkiriye û di sedsala 21’an de jî ev erk û peywir daye ser milê xwe û dide meşandin, Rêber Abdullah Ocalan diyar dike.
De îcar ger mirov bala xwe bide ka gelo dema ku dest bi vî karî kir û biryara pêşengtî û rêberiya vê dozê û tevgerê da, rewşa ku têde dijî çawa bû, mirovê baştir vî mafî bide vê Rêberiyê.
Di wan salên destpêkê de, jixwe pirsa kurd û Kurdistanê di rojevê de tune bû. Dewleta tirk jî rastiya qirkirina xwe ya kurdan venedişartin, digotin “me ew kuştin, xistin bin çiyayê Glîlê û me ser vê dozê beton kir, êdî nikare ji tirbê rabin”!
Ew qirkirinên Dêrsimê, Geliyê Zilanê, Glîlê, Qoçgirî û hwd. li ser gelê me çendî tirs afirandibû, çendî hevkar û noker ji bo xwe di nava civakê de bi rêxistin kiribûn, me hemûyan di jiyana xwe de aşkera didît. Rêber Apo jî gelek caran behs dike ku di dema destpêkê de, wexta ku li cihekî vekirî weke çayxanan û hwd. li gel hinek kesan diaxivî û digot dema gotina “kurd û Kurdistanê” di nava axaftina min de derbas dibû, min hema li der dora xwe dinêrî, ka gelo dengê min çû kesî, gelo kes bi me hesiya an na?”. Bê gûman ev hişyarî û dîqat hemû ji bo tedbîr û parastina têkoşîna demdirêj bûn.
Hinek kes ji rêxistinên tirkan, car caran, ew jî bi şermokî yan jî di bin bandora îdeolojiya nijadperestiya tirkîtiya dewleta xwe de mabûn, ji ber ku zanibûn em kurd in, lewma bi serê zimanê xwe gotina “kurd” ji mecbûrî bi ber zimanê wan diket. Her ewqas.
Jixwe çawa dewlet pê hesiya ku nêrînek wisa derketiye û hewldanek ji bo tevgerkirina kurdî heye, hema bi lezgînî ketin pey koma Apoyiyan. Di encama vê dijminkariya tûj û dijwar a dewleta tirk a li dijî kurdan de, şehadeta zû ya Hakî Karer pêk hat. Dewletê dixwast ev hewldan hîn nebûye tevgerek xurt, nebûye dar vê şitlê biqurêfe.
Rêber Apo, li ser vê bûyerê helwest û hewldanê dewletê hîn baştir dît û xebata xwe êdî hîn pirtir bi nehînî û baldarî da meşandin. Li gel ku hêj hejmarek hevalên gelek kêm bûn jî, gihiştin biryarek gelek mezintir, ev jî “ger em ê bi rastî û ji dil vê dozê bidin meşandin, wê wextê divê em bidin ser şopa hevalê xwe yê şehîd, em şûna tirsê bi curet tije bikin û em êdî xwe hîn xurtir bi rêxistin bikin û hwd.” Ez bi xwe jî bûm şahidê van gotinên wî.
Weke got li ser meşiya jî û roj bi roj xurtir dibûn. Bêgûman dewletê jî şopandina li pey wan xurtir dikir. Lê mixabin ne dewlet bi tenê, êdî piraniya rêxistinên bi navê şoreşgerî derketibûn ên tirkan û yên kurdan jî, paralelî dewletî dest bi êrîşên ser koma Apoyiyan kirin. Êrîşên van rêxistinan, ji ber ku dewletê mirovên xwe xistibûn nava piraniya wan dihat, hinekan ji wan jî, xwe ji nijadperestiya tirkîtiyê rizgar nekiribûn.
Di şert û mercên wisa giran de, Apoyiyan biryar stand û ji metropalan berê xwe dan Kurdistanê. Li gel ewqas êrîşên berfireh, neşikestin, berovajî her çû mezintir bûn, ji ber ku xwedî rêberiyek xurt bûn, lewma biryarên rast didan û bê tirs, bi wêrekiyek xurt wan jî bersiva ewqas êrîşan dan. Ew serîhildana Hîlwan û Siwêregê wisa destpêkir.
Ji ber ku qada têkoşîn berfirehtir û giringtir bû, êdî biryarek hîn mezintir kete rojevê, ew jî biryara Partîbûnê bû. Ji ber ku êdî bi rêxistina komî, bersiva wan şert û mercên giran û dijwar nedihat dayîn. Rêxistinek hîn fermîtir lazim bû û ew biryara dîrokî di roja 27’ê Mijdara 1978’an de hat dayîn!
Dewleta dagirker û qirker a tirk bi xebata vê tevgerê hesiya û êdî hewldan û êrîşên xwe hîn xurtir kir. Ji bo mînakên îro jî, balkêşê ew hewldana damezrandina UDG (Hêzahevkara Demokratiya Netewî) a wê wextê. Ma çawa ne balkêş be, navê wê çibû û li hember kê şer kirin? Ev eniya xwedêgiravî bi navê netewî bû; ji KUK, DDKD û OY hatibû avakirin lê yek gule bernedan dijmin, belê bi tenê wan jî paralelî dewleta faşîst êrîşî ser koma Apoyiyan kirin û nêzî sed endamên vê tevgêra şoreşger şehîd kirin!
Hinekî ronî dibe şert û mercên wê wextê ku çendî giran û dijwar in. Li gel ewqas zor û zehmetiyan jî ew biryar hate dayîn û bê dudilî bi biryardarî li ser wê biryara dîrokê hat meşandin û darbe li ser darbê li neyaran xist. Her wiha roj bi roj xurtir dibû. Jixwe êdî piştgriyek mezin ji aliyê gel ve destpêkiribû.
Jixwe rûreşiya wan komên mijara gotinê bûn, ji aliyê gel ve hatin naskirin û hema hema bi tevayî ji nava gel derketin, gel êdî ew qebûl nekirin. Bi tevayî gel berê xwe da cem PKK’ê. Li gelek bajar û bajarokan êdî dadgehên dewletê nema kar dikirin. Gel êdî pisgirêkên xwe, ji bo çareseriyê dibirin cem tevgera xwe.
Dewleta mêtinger û qirker a tirk bi wan êrîşên xwe yên faşîzan hemûyan jî bi ser neket, berovajî ew helwesta gel jî didît dîn dibû, êdî vê carê bi tenê di destê wan de darbeya faşîst a leşkerî ya Kenan Evren mabû, ev jî di 12’yê Îlonê de pêk anîn.
Lê rêberiya xurt û dûrdidît, hem berî darbeyê, hem di dema derbeyê de, hem tedbîrên xwe xurt kirin û hem berxwedana xwe dewam kir. Bi taybetî jî berxwedana zindanan, hem ji bo tevgerê hem ji bo gel îradeyek mezin afirand.
Vê rêberiyê li hember ewqas êrîşên mezin, bi her awayî; bîrdozî, siyasi, leşkerî û hwd. piralî, bi perwerdeyek mezin hevalên xwe, ji bo şoreşa demdirêj amade kir û bingeha vê şoreşê ewqas xurt ava kir û qayim kir ku ev bû 21 sal e ew di zindanê de ye jî lê heta roja îro ev tevger naşikê, her bi pêş ve diçe û êdî sînorê vê felsefê, ne bi tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rawestiya ye, êdî berê xwe daye cîhanê jî.
Lewma weke min di destpêkê de destnîşan kiribû, mirov dikare êdî bi hêsanî bêje, li dijî faşîzma sedsala 21’an a R.T.Erdogan û D.Bahçelî, “fîlozaf û zanyarê vê sedsala 21’an jî Rêber Abdullah Ocalan e.”
27’ê Mijdarê Li Gelê Me û Mirovahiyê Pîroz Be!
Bê Rêber APO Jiyan Ne Gelek Xweş û Geş e!
Heta Rêber APO Azad Bibe Em ê Berxwedanê Dewam Bikin!