Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Di sala têkoşînê ya 43’yemîn de meşa serkeftinê

Em ketin saleke nû ya têkoşîna PKK’ê. Wek her salvegerê di 2020’an de, gelê Kurdistanê, gerîlayên çiyê, girtiyên zindanan û hemû hêzên azadiyê li hemû cihên lê ne, salvegera damezirandina partiya pêşeng bi çoş û kelecaneke mezin pêşwazî kirin. Hê jî tê pîrozkirin.

Her salvegera PKK’ê wek cejnê tê pêşwazîkirin lê em di vê salvegerê de dikevin sala têkoşîneke bi zor û zehmetir. Ji ber vê ye ku her salvegera damezirandina PKK’ê; sala derbasbûyî, kêmasî û wendahî tên nirxandin, rexnadayîn tên dayîn û bi biryardariyeke nû dikevin sala nû. Wek salvegerên din, li ser vê bingehê ketin sala têkoşînê ya 43’emîn.

Ji vî alî ve her çiqas, di sala têkoşînê ya 42’yemîn de wendahiyên PKK’ê yên mezin çêbûbin jî bi destkeftiyên xwe, serkeftinên dîrokî bi dest xistine û ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê bûye.

Li vê derê divê bi awayekî zelaltir bê gotin ku di salên borî yên têkoşînê de PKK, gelê Kurdistanê tevî gerîlayên xwe û bi hemû hêzên xwe yên azadî û demokrasiyê tev bi hev re bi ezmûnên zor û zehmet bi ser ketin. Bi gotineke din serdemeke bi destkeftî û serkeftanan li pey xwe hişt. Dewleta TC’ê ya qirker sala têkoşînê ya 43’yemîn PKK’ê, wek ‘qedandina PKK’ê’ ragihand. Ev bi serê xwe wate û girîngiya destkeftî û serkeftinan nîşan dide.

Dewleta TC’ê ya qirker serdemên berê jî bi heman awayî gelek êrîş kiribûn lê belê ji tu yekê jî encamên dixwestin bi dest nexistin û têk çû. Ji têkçûnên xwe qebûl nekirin têr nebû û her tim dîsa derket meydanê. Di sala têkoşînê ya 43’yemîn de bi heman awayî êrîş kir. Ji êrîşên xwe yên salên berê cudatir di vê salê de, bi hemû hêz û derfetên xwe yên leşkerî, aborî, siyasî, dîplomatîk û bi hemû hevkar, leşkerên xwe yên peretî û çeteyên xwe, hema ji bo xwe çi asteng dît kirin hedefa xwe û êrîş kir. Bi gotineke din a zelal ‘bi mirina xwe’, şerê xwe yê taybet-qirêj ê li dijî PKK û gelê Kurdistanê derxist asta herî jor. Jê pir bawer bû ku wê teqez bi ser bikeve. Bi hevkarên xwe jî da bawerkirin ku wê bi ser bikeve û hêviyeke mezin da hevkarên xwe.

Wisa biencam nebû. Ne dewleta TC’ê ya qirker ne hezên alîgêr ên dabûn pişt xwe û ne jî hevkarên wê negihîştin armanca xwe. Berxwedana mezin a Rêber Apo, gelê Kurdistanê û gerîla, ew têk birin.

Rêber Apoyê dîlgirtî di şert û mercên tecrîda mitleq de, bi berxwedaneke dîrokî lîstikên hêzên komploger ên navneteweyî û celad/gardiyanê wan dewleta TC’ê ya qirker pûç kirin. Gelê Kurdistanê yê bi êrîşên siyasî, fizîkî, çandî tê xwestin ji holê bê rakirin û qirkirin, berxwedaneke bêhempa nîşan da û çok dananîn. Bedêlên mezin dan ber çavên xwe û li ber xwe dan. Gerîlayên azadiyê, li ser xeta Modernîteya Demokratîk xwe bi rêxistin kir, bi taktîkên serdema nû, êrîşên dijmin ên bi teknîka gelek pêşketî û derfetên mezin pûç kirin û di şer de serweriya taktîkî bi dest xist. Di encamê de, dijmin neçar ma xwe paşve bikişîne. Ji ber vê alîgir û hevkarên wê hêvîşikestî bûn; li hev çûn û hatin û nizanibûn çi bikin.

PKK bi awayê serkeftî serdemeke wiha bi zor û zehmetî li pey xwe hişt û ket sala têkoşînê ya 43’yemîn. Li Heftanînê gerîlayê Modernîteya Demokratîk, bi rêxistinbûna taktîka serdemê, artêşa dagirker a dewleta TC’ê ya qirker têk bir. Wisa bû ku tevî hemû derfetên wan ên teknîk, amûr, sîxurî, madî û desteka propagandayê xwe li ber gerîla ranegirt. Li hember hêz û serkeftina gerîla ket ‘sendromê’. Psîkolojiya wê têk çû. Artêşa TC’ê ya dagirker, gelek caran berê hêzên xwe da çeperan lê ew nikaribûn şer bikin û bi têkçûnê xwe vikişandin. Ji Serhedê heta Botan, Zagros, Dêrsim, Amed, Xerzan û Mêrdînê, artêşa dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê gelek wendahî dan, ket panîkê û ji hev de ket. Ji bo tola têkçûn û darbeyên lê ketin bigire, êrîşên xwe yên bi teknîkê zêde kirin lê tiştên hêvî dikir bi dest nexistin.

Dewleta TC’ê ya qirker, bi hêvî bû ‘di navbera kurdan de’ şerekî navxweyî derbixe û bi vî awayî dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê rewa bike lê negihîşt vê armanca xwe jî. Her wiha hewl dida sedala 21’yemîn nebe sedsala kurdan lê di vir de jî bi ser neket. PKK’ê bi polîtîkayên xwe yên şoreşger ev provakasyon pûç kir. Gelê başûrê Kurdistanê yê welatparêz, gel û dostên pêşeroja xwe di têkoşîna gelê Kurdistanê de dibînin, li ber vî şerî bûn bend û nehiştin ev şer derbikeve. Bi vî awayî di sala 42’yemîn a têkoşîna PKK’ê de, ji bo yekitiya neteweyî gavên xurt hatin avêtin.

Bêguman ev destkeftî bi hêsanî nehatin bidestxistin. Ji bo vê gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê: Têkoşer Gever, Leyla Wan, Kasim Engîn, Egît Garzan, Egîd Civyan, Yilmaz Dêrsim jî di nav de bi sedan şehîd dan.

PKK bi berxwedaneke mezin a şehîd, gerîla û gelê di rêya ronî ya Rêber Apo de dimeşin, ket sala têkoşînê ya 43’yemîn.  Li ser bingeha têkbirina dijmin û bidestxistina serkeftinan bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re: dema bidestxistina azadiyê ye’ pêngava şoreşger û demokratîk, sala nû ya têkoşînê bi meşa serkeftinê hat binavkirin û ragihandin.

Nûçeyên Têkildar