Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

AKP têk çûye!

Hinek dibêjin “AKP têk diçe.” Naxêr! AKP têk naçe, ew têk çûye. Ne ku îro têk çûye. Di 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çû. Têkoşîna kurdan we têk bir û hukma xwe winda kir.

Bi tevî AKP’ê sîstema nijadperest jî têk çûbû. Lê xwediyên sîstemê ji lawaziya AKP’ê îstîfade kirin û ew ên heta wê rojê dijberiya AKP’ê dikirin hemû bi awayekî ne fermî li dora AKP’ê civiyan.

Bahçelî hemû çêrên xwe jibîr kir û bû şîrîkê Erdogan. Kiliçdaroglu jî rê li ber AKP’ê vekir û bû paspasê Erdogan. Bi vê siyasetê ve AKP bû dîlê Ergenekonê û carek din siyaseta şer dan destpêkirin.

Tiştê van rojan diqewime, ne têkçûna AKP’ê ye! Têkçûna siyaseta şer e.

Piştî 1984’an her rayedarên dewleta tirk hewl dan ku dawî li serîhildana kurdan bînin. Her ku wan şer mezin kirin, serîhildana kurdan xurt bû. Ew têk çûn û kurdan jî destkeftiyên xwe zêde kirin.

Bêgûman, berdêla van destkeftiyan mezin bûn. Bi dehhezaran însanan jiyana xwe winda kirin, bi destê nijadperestên hov hatin qetîlkirin. Bi hezaran gund hatin kavilkirin. Bi milyonan însan koçber bûn. Lê yek sedema hewldanên sîstema nijadperest hebû. Dixwestin, serîhildana dûmahî ya kurdan têk bibin. Lê serneketin, ew bi xwe ji qadê daketin. Her ku ew çûn, yekî din anîn. Yê nû fîlm carek din bir serî.

Niha fîlma AKP’ê jî qediya.

A sosret ew e ku yên heta niha dijberiya AKP’ê dikirin, niha naxwazin dawî li AKP’ê were. Ji ber ku AKP’ê, hê amanca wan hasil nekiriye. Ew wisa difikiriyan ku ew ê AKP’ê bi hêza sîstema nijadperest dawî li serîhildana kurdan bîne û du re ew ê sîstemê careke din saz bikin û pê re komara xwe nûjen bikin.

Nebû! Ne PKK qediya! Ne HDP’ê serî tewand! Ne jî opozîsyonên şoreşger û welatparêz a kurdan û ya gelên din, dev ji qada têkoşînê berdan.

Belê, tifaqên ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’ ji bo serîhildana dawî ya kurdan têk bibin bi hev re hewldan lê hêza wan têrê nekir.

Piştî vê diyar e ew ê lêgerîna xwe bidomînin. Wekî her car, ew ê careke din behsa reform û guherîn û hwd. bikin.

Kurd di vî warî de xwedî ezmûn in. Di bin van lîstîkan de çi hene, dizanin.

Ozal derî li çareseriyê vekir. Ew kuştin. Li ser gelê kurd qetlîamên nedîtî pêkanîn. Siyaseta wan têk çû, careke din bi reformên derewîn xwestin guherînan pêk bînin. Siyaseta kurdên têkoşer, her tim deriyê xwe ji aştiyê re vekiriye. Lê wan xapandina xwe domandin û ew ê bidomînin.

Êdî ji aliyê kurdan ve diyar e ku pêvajoya çareseriyê ya 2013’yan ‘xapandina’ dûmahî bû.

Ew jî vê yekê dizanin! Ji bo wê jî hemû bi tirs in.

Bêyî kurdan nikarin tiştek bikin. Lê ji bo kurd sîstemê jî neguherînin dest bi lêgerînên nû kirine.

Erdogan jî vê dizane ku bi lêvkirineke tirsonek behsa ‘reforman’ dike. Ne ku dixwaze reforman bike. Derdê wî ew e ku xwe ji tifaqa ‘Cumhur’ xilas bike û berê xwe bide tifaqa ‘Mîllet.’

Ew dîsa lawaz e. Hêzên dewlêtî yên di nav tifaqa ‘Mîllet’ de dikarin ji vê lawaziya wî îstîfade bikin. Erdogan jî bizanibe ku aliyên din ê dewletê ew ê hebûna wî qebûl bike, li gel wan tevbigere.

Divê em kurd, bi taybet jî pêşengtiya siyasî ya kurdan vê heyamê zêdetir hişyarbin.

Bêgûman, em wekî kurd nikarin bi tena serê xwe hukum bi destxin. Lê em dikarin hukma wan a ku ji lîstîkan pêk tê, xera bikin.

Pêwîst e ku hem Erdogan û hem jî hemû aliyên din ên dewleta nijaderest bizanibe ku siyaseta şer têk çûye û ji bo çareseriyê ji diyalog û muzakereyê wêdetir tu rê nemaye.

Nûçeyên Têkildar