PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Têkoşîna wekheviyê

Wek her sal îsal jî jin bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê daketin qadan û nerazîbûna xwe li hember tacîz, tundî û tecawîzê nîşan dan. Ji wir û 60 sal beriya ango di 25´ê Mijdara sala 1960´î de li Komara Domînîkê her sê xwişkên Mîrabel (Patria, Minerva û Marîa Mîrabel) ên şoreşger ji ber ku li dijî dîktatoriya Trujillo têdikoşiyan, hatin tecawîzkirin û qetilkirin.

Di sala 1981’ê de Lijneya Jinan a Amerîkaya Latînî civiyan û 25´ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand. Dûvre di sala 1999´an de Neteweyên Yekbûyî 39 sal şûn ve vê rojê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan îlan kir. Ji wê rojê vir ve, di 25´ê Mijdarê de li seransera cîhanê jin dadikevin kolanan û tundiya li hember jinan û zarokan şermezar dikin.

Jinên ku ji nîvê gelê cîhanê pêk tên û nîvê din jî wan aniyê dinê di sedsala 21´an de hîn rastî tundiya fizîkî û derûnî ji hêla mêran ve tên. Gorî daneya 2019´an a Neteweyên Yekbûyî welatên ku di hêla wekheviyê de herî pêşveketî welatên wek Îzlanda, Norwêç, Fînlandiya, Swîsre û Nikaragûa ye û welatên herî kêm tê de wekhevî hene welatên wek Yemen, Pakistan, Iraq, Sûriye û Çat e.  Li cîhane ji sedî 30´ê jinan ji hêla partnerên xwe ve rastî tundiya fîzîkî an jî cînsî tên û ji sedî 84 jin bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin û wan mezin dikin.

Îsal di parlamentoyên cîhanê de tenê ji sedî 24,9 parlamenterên jin hebûn. Ev dide nîşandan ku heke ev tablo wisa berdewam bike em ê hîn 100 salên din jî xwe negihînin wekheviya civakî. Ev tê wateya di bin serweriya mêran de mayîn. Em dizanin ku pergala desthilatdarî û  dewletê, hêza xwe ji tevgerên zayendparêz werdigire û naxwaze jin azad be.

Zayendparêziya civakî bela serê jinan e. Ji bo wî jî jin gerek xwe ji serwerî û koletiya  mêrdewletê xelas bikin. Lê ev tenê bi gotinê nabe, divê amûrên “xweparastinê” were pêşxistin. Bi rêxistinî, tevger, xwe bi hêzkirina hişmendî û fizîkî mijarên sereke ne. Divê li ser wan mijaran bê sekinandin. Desthilatdar tu car naxwazin jin ji koletiyê xelas bibin. Ji bo wî divê jin alternatîfên azadiya xwe bi xwe ava bikin û xwe li hember tundiyê biparêzin.

Jin gerek hêza xwe nas bike. Heke hişmendiya serweriya mêr a ku bi xapandin û derewan wê kiriyê bindest derxîne holê, wê demê ew ê xwe azad bike. Ne tenê rastiya dîroka jinê derxîne holê, dîrok û fikriyata serwer a mêran dibê were zelalkirin. Bi heviyên dewlet bi zagon û makezagonan peşiya tundiya zayendî bigire û li benda wê seknandin tenê xwe xapandin e. Lewre hemû lêkolîn û dane nîşan didin ku êrîş û tundiya li ser jinê û bi taybetî tundiya fîzîkî li seranserî cîhanê kêm nebûye.

Gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala borî, 243 milyon jin û keç rastî tundiya fîzîkî hatine. Îsal dîsa yên ku ji ber pandemiya Covid-19 herî bandor bûn jin in. Jin ji jiyanê îzole bûn, hatin tenêhîştin. Saziyên jin xwe bigihînin hatine girtin an jî ji ber sedemên şewbayê tekilî qut bûn e. Pandemiyê bi xwe re gelek pirsgirek û neçarebûn jî anî lê mekanîzmayên baş jî derketin holê.

Yek ji wan jî bikaranîna platforma dîjîtal e. Heke jin medyaya dîjîtal ji bo rêxistina xwe xurtkirin û xwe gihandina jinan pêş bixe ew ê gelek serkeftî be. Ji ber ku di roja îro de piraniya kesan xwedî derfetên teknolojîk in û perwerdeya li ser platformên dîjîtal her diçe hesantir dibe.

Konferans, bername, hevdîtin li ser platformên dîjîtal ên cuda tên çêkirin, rojnameyên dîjîtal zêde dibin, podcast û vîdeo bûne beşek ji jiyana me. Divê ev teknolojî ji bo atolyeyê dîjîtal û perwerdeyên ji bo jinan jî were bikaranîn.

Nûçeyên Têkildar