Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Jin xwe di nav PKK’ê de dîtin û nas kirin’

YJA Star bi daxuyaniyeke nivîskî 43’yemîn salvegera PKK’ê pîroz kir û diyar kir ku PKK navê meşa azadî û serketinê ya bi pêşengtiya jinan e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de sala 43’yemîn hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Salvegera 43’yemîn a damezrandina partiya me PKK ku partiya mirovahiyê, wekhevî, edalet, azadî û rastiyê ye, li afirînerê tevgera me ya azadiyê PKK’ê Rêber Apo, li şehîdên me yên leheng, li gelê me yê welatparêz, li tevahiya mirovahiyê û hêza pêşeng a berxwedanê li jinan pîroz be.”

YJA Starê di daxuyaniya xwe de di şexsê Hakî Karer û Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anîn û soz dan ku dê heta dawiyê xwedî li nirxên bi PKK’ê hatine afirandin derkevin, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bi ser bixînin û ev tişt anî ziman: “Partiya me PKK 43 sal in bi îdîa, biryardarî û baweriyeke bênavber têkoşîna azadiyê dimeşîne. Partiya me PKK ku serketinên mezin di nava van salên xwe yên têkoşînê de bi dest xist, gelê me û jinên cîhanê îro hîn bêhtir nêzî azadiyê kiriye.”

Fermandariyê diyar kir ku PKK tevgera guherîn, veguherîn û ji nû ve afirandinê ye û bi avaniya xwe ya îdeolojîk û felsefîk bûye tevgereke mirovahiyê û wiha pêde çû: “Bêyî cudahiyê bixe navbera ziman, ol, nijad, mezheb û zayendan bersiv da pirsgirêkên azadiyê yên mirovahiyê û hîn jî bersivê dide. Lewma partiya me PKK tevgereke mirovahiyê ye, tevgereke jinê ye. Bêguman rastiya gelê kurd nîşan dide ku partiya me PKK tevgereke çawa ye. Jinûve nîşandana gelekî ku tune dihate hesibandin, jinûve ispatkirina vî gelî bi berdêlên giran bû.”

Alternatîfa yekane

YJA Starê ragihand ku PKK li dijî sîstema kapîtalîst a ku mirinê bi navê jiyanê li mirovahiyê ferz dike, yekane alternatîfa jiyanê pêşkêş dike û ji ber ku yekane tevgereke ku li pêşiya pêkhatina armancên sîstema kapîtalîst asteng e, tim dibe hedefa êrîşên tunekirinê û destnîşan kir ku PKK’ê li hemberî van êrîşan tu carî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û îro jî bi heman biryardariyê li ber xwe dide, mezin dibe û bi pêş ve diçe.

Di daxuyaniyê de îşaret bi cihê jinan a di nava PKK’ê de hate kirin û wiha hat domandin: “Me jinan xwe di nava PKK’ê de dît, nas kir û xwebûna xwe peyda kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê. Em; YJA STAR jî hêza parastina rewa ya vê rêxistinê ne. Jinên ku ji damezrandina PKK’ê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava her qadên rêxistinbûnê de girtin û bi rola pêşengiyê rabûn, li qada parastinê jî rola xwe lîstin û artêşbûna xwe afirand. Bêguman vê têkoşînê bi pêşengiya YJA STAR (Yekîneyên Jinê yên Azad) ên jinên kurd; bi pêşengiya berxwedana YPJ, YJŞ û HPJ’ê kir ku jinên li tevahiya cîhanê berê xwe bidin xweparastin, nasnameya xwe û îradeya xwe.”

‘Em ê ji berxwedanê tu caran tawîz nedin’

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê da zanîn ku bi asta ku xwe gihandine ew li dijî êrîşên înkar û tunekirinê li ber xwe didin, dê tu carî tawîzê ji vê berxwedana xwe nedin û bi biryar in ku bibin artêşa parastina jinan hemûyan û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Li ser nirxên ku ji aliyê têkoşîna me ya azadiyê hatine afirandin, di vê pêvajoya dîrokî de ku ber bi serketineke mezin ve diçe, weke hêzên YJA Starê em bi biryar in ku bi kevneşopiya fedayî ya Bêrîtan û Zîlan, bi daxwaz, hişmendî û hestên tolhildanê hîn bêhtir mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin.

Bi wesîleya sala 43’yemîn a damezrandina partiya xwe em careke din dixwazin vê yekê destnîşan bikin; heta ku Rêberê me û gelê me azad nebe, em ê tu carî ji têkoşîna xwe ya berxwedanê tawîzê nedin. Di serî de gelê kurd em ê têkoşîna azadiyê ya gelan hemûyan weke têkoşîna xwe bibînin û têkoşîna xwe ya azadiyê her roj hîn bêhtir bi wateyan mezin bikin. Em ê tevgera tolhildana jinên hatine qetilkirin bin, em ê çavkaniya jiyanê û hêvî bin. Tevgera me ya jinê ku bi PKK’ê re bû artêş, wê sedsala 21’emîn bike sedsala têkoşîn û serketinê, di serî de gelê kurd wê tola gelên herêmê hemûyan hilîne. Dilsoziya me ya bi Rêber Apo û paşeroja azad re wê têkoşîna gelan ronî bike û berxwedana sedsalê mezin bike, têkoşîna rûmetê jî bi pêşengiya jinan teqez bi ser bixîne.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar