Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PKK ji bo rakirina qedexeya li ser xwe dikare serî li Wezareta Karên Hundir bide’

Parêzer Lûkas Theûne di panelekê de diyar kir ku têkildarî qedexekirina PKK'ê ku 27 sal in li Almanyayê dewam dike, PKK dikare serî li Wezareta Edaletê bide û dest bi têkoşîna hiqûqî bike

Navenda Nûçeyan

Qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê 27 sal li pey xwe hişt. Saziya civaka azad bi rêya onlîne li ser mijarê panelek pêk anî.

Parêzer Lûkas Theûne, ji Meclisa Eyaleta Schleswîg-Holsteîn ku hindikahiyên li bakurê Almanyayê lê ne Serokê Koma Yekitiya Hilbijêrên Başûrê Schleswîgê (SSW) Lars Harms û ji Buroya Hiqûqî ya Azadî Monîka Morres tev li panelê bûn.

Morres qala siyaseta krîmînalîzasyonê ya dewleta alman a li dijî têkoşîna azadiyê ya kurdan kir û wiha got: “Dijwariya qedexeyê li gorî nêzîkatiya dewleta tirk a li kurdan kêm bû yan jî zêde bû.”

Lars Harms jî têkildarî serlêdana wan a li Eyaleta Schleswîg-Holsteîn a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê agahî da û bi bîr xist ku meha cotmehê ji ber dengê partiyên li eyaletê serlêdan hate redkirin.

Lars Harms anî ziman ku tevî vê yekê jî ji bo wan girîng bû ku mijar xistin rojevê û destnîşan kir ku li welatekî ku nijadperestên tirk qedexe ye, tu bingeheke mafdar a qedexekirina PKK’ê nîne.

Lûkas Theûne jî ji bo bidawîkirina qedexeyê pêşniyarên têkoşîna hiqûqî kir û anî ziman ku hinceta di sala 1993’yan de ji bo qedexeyê hate pêşkêşkirin kevn bûye, lewma divê PKK bi rengekî fermî li Almanya û Ewropayê dest bi têkoşîna hiqûqî bike.

Theûne ku di heman demê de ji rêveberên Komeleya Parêzerên Komarê (RAV) e, diyar kir ku PKK dikare serî li Wezareta Karên Hundir a Federal bide û daxwaza rakirina qedexeyê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar