Navenda Nûçeyan
Dûyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya li Silêmanî, di 18’ê Mijdarê de hate vekirin. Di pêşangehê de zêdetirî 3 milyon pirtûk hatin nîşandan.
Pêşangeh ji aliyê kompanyaya Atlas Esil ve hate rêxistinkirin, bi merasîma ku berpirsên hikumetê jî amadebûn, hatibû vekirin. Li gorî Rêveberê peywendiyên kompanya Atlas, Esil Şewqî Umer 227 navendên rewşenbîrî û edebî ji 17 welatên cîhanê tevlî pêşangehê bûne.
Zêdetirî 45 hezar pirtûkên zanistî di pêşangehê de hatin nîşandan. Yên din jî pirtûkên li ser tenduristî, edebî, raman, huner, felsefe û olî bûn. Piraniya pirtûkan bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, farisî û tirkî ne. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat.
Li gorî agahiyên ji endamên komîteya amadekar yê Pêşangehê hatîn wergirtin îsal di pêşangehê de gelek pirtûk hatine firotine û rastî eleqeyek mezin hatiye.
Pêşangeh wê her roj di saet 09:00’an de were vekirin û heya asaet 18:00’an vekirî be.