Rojnameger Yilmaz Taranci (33) li Amedê beşa çapemeniya nexweşxaneyeke taybet de dixebitî û ev demek e nexweşiya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketibû û li heman nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Rojnameger Taranci şeve din di saetên şev de rewşa wî giran bû û rakirin beşa giran a nexweşxaneyê. Ligel hemû hewldanên doktroran Taranci di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taranci li Goristana Mardînkapi hat definkirin. AMED