Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şandeya KNK’ê serdana KODAR û PJAK’ê kir

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û KODAR’ê kir

Navenda Nûçeyan

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) duh li qadên azad li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus û endamên KNK’ê, Asya Abdulalh, Dr. Şêrko Heme Emîn, Zeyneb û Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm û endamên Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Nujîn Bêrîtan, Amed Şaho û Endamê Komîteya Dîplomasiya PJAK’ê Rohat Şahîn amade bûn.

KODAR û PJAK’ê piştgiriya hewldanên KNK’ê yên ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî û nehiştina nakokiyên niha yên li başûrê Kurdistanê kir.

Ji bo çarenûsa gelê kurd divê gavên mezin bên avêtin

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm diyar kir ku pêwîst e gelê kurd bi yekrêzî li dijî dijmin û êrîşan têbikoşin û wiha got: “Dijminên gelê kurd di nava hewldanan de ne ku rê li pêşiya gihîştina nasname, statû û armancên demokratîk bigire. Li bakurê Kurdistanê pêngava berfireh a girtina çalakvanên siyasî û sivîl heye, dagirkirin û êrîşên dewleta tirk a faşîst ên li ser başûrê Kurdistanê û ji aliyê dagirkeran ve dorpêçkirina rojavayê Kurdistanê û ew têkoşîn û şahadetên li rojhilatê Kurdistanê rû dane, encamên vê rastiyê ne.”

Gulan Fehîm bal kişand li ser yekitiya neteweyî û wiha domand: “Bûyerên niha yên li Kurdistanê yekitiyê ferz dike. Divê ji bo çarenûsa gelê kurd ji bo yekitî û yekgirêziya neteweyî gavên mezin werin avêtin. Berpirsyartiya xwe ya ji bo yekitiya neteweyî bigihîn encamê. Di vê navberê de rola KNK’ê ya ji bo rewşa dîrokî ya ji bo yekitiya neteweyî bandoriya çarenivîssaz dibînin. Ji derveyî vê jî em weke tevgerek Apoyî ji bo erka xwe pêk bînin amade ne.”

Hevseroka KODAR’ê Gulanê têkildarî aloziya li başûrê Kurdistanê jî ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî yê di navbera kurdan de amada ne erk û berpirsyartiya xwe ya ji bo yekitiya neteweyî pêk bînin. Divê ji niha û şûnde welatiyên kurd yek bi yek rola xwe ya ji bo çarenivîsa gelê kurd bilîzin.”

‘Diyalog û guftûgoya di navbera aliyan de çareserî ye’

Di hevdîtinê de şandeya KNK’ê pêşwaziya tevgera Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo yekitiya neteweyî û kêmkirina aloziya heyî girîng dît û li ser mijarê Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus ev tişt vegot: “Mijarên vê hevdîtinê gelek girîng bû. Ji ber ku peywendî bi dahatû û çarenivîsa gelê kurd ve heye. Dijminên gelê kurd di vê qonaxê de li pêşiya dermanê xwe dibin asteng û ji bo veşartina krîzên xwe dixwazin dubendî û aloziyan di nava kurdan de çêbikin.”

Qeremus bal kişand li ser aloziya li başûrê Kurdistanê heye û ev tişt anî ziman: “Aloziya ku niha ye destkeft û berjewendiyên gelê kurd dixe metirsiyê de. Di îhtimana her şerekê de wê bibe sedema ji destdana destkeftiyên gelê kurd. Diyalog û guftûgoya di navbera aliyan de çareserî ye. Li başûrê Kurdistanê gelê me di vê qonaxê de aloziyê qebûl nake. Li hember nerazîbûn nîşan daye. Ji ber ku hêviya kurdan bi vê yekê heye ku aloziya niha bi dawî were. Em hêvîdar in di hevdîtinên me yên li gel hizbê kurdistanî de bersivek pozîtîv û baş ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî bigirîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar