Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanan bi çalakiyên xwe yên cuda bal dikişînin ser tecrîdê

Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal diyar kir ku di çarçoveya kampanya ‘Tev bi hev re bikeve tevgerê’ de li bakurê Kurdistanê bi xebatên cuda xwe gihandine nêzî 200 ciwanî û hewl didin derbarê tecrîdê de rojeveke ava bikin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê, xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya ‘Tev bi hev re bikeve tevgerê’ de ku di meha hezîranê de li dijî tacîz, destdirêjî û hişbirê ku di encama polîtîkayên desthilatê de zêde bûne dabû destpêkirin, didomîne.

Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal diyar kir ku ji meha hezîranê ku dest bi kampanyaya xwe kirine û heta niha bi xebatên xwe yên fîzîbîlîte ku li herêmên cuda yên bi Tirkiyeyê kirine, bi ciwanên lîse û zanîngehan re hatine gel hev û xebatên zanedarkirinê meşandine.

Ûnsal destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe sedema kûrbûna hemû pirsgirêkan û di asta ku gihîştinê de bi hemû xebatên xwe şikandina tecrîdê ji xwe re kirine armanc.

Qadên alternatîf

Di axaftina xwe de Unsal diyar kir ku di çaroveya kampanyayê de pêngavên ku ji ciwanan re qadên alternatîf ava bikin diavêjin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya şewbê de li gel hin astengiyan jî em ji armancên xwe şaş nebûn. Me bernameyeke berfireh pêk anîn. Li qadên ku ciwan lê hebin qadên xebatê yên mîna perwerde, ekolojî, tecrîd, jinên ciwan, kedkarên karker û ciwanên bêkar jî hene. Em li ser pirsgirêkên ciwan dijîn rawestiyan û di vê çarçoveyê de me xebatên fîzîbîlîteyê meşand û li herêmên Marmara, Çûkûrova û Egeyê bi nêzî 200 ciwanî re hatin gelhev. Bi vê re me wek asta duyemîn xebatên zanedarbûnê meşand.”

Li dijî tacîz û destdirêjiyê xebatên jinan

Têkildarî xebatên wan ên li dijî tacîz û destdirêjiya li hemberî jinan jî Unsal da zanîn ku bi qanûna înfazê ku ji meclisê derbas bû re tacîz û destdirêjî zêde bûye û wiha domand: “Tundî û cînayetên li hemberî jinan jî zêde bûn. Ji bo Peymana Stenbolê me gelek xebat kirin. Me li hin cihan meş li dar xistin û li hin cihan jî xebatên pankart û nivîsandinan kir. Li hin cihan jî xebatên taxan hatin kirin. Bi jinên ciwan û dayikan re nîqaş û sohbet hatin kirin.”

Ji bo tecrîdê rojev ava dikin

Ev bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û bi tu awayî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike.

Derbarî tecrîdê de jî Unsal da zanîn ku hewl didin ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan rojeveke ava bikin û wiha pêde çû: “Ji bo fêmkirina tecrîdê xebatên me yên nefsûqiyaskirin, teşhîr û ketina tevgerê hene. Qarantînaya 14 rojan ji me re giran tê lê Birêz Ocalan 22 sal in di qarantînayê de ye. Bawerî bi gotinên serokkomar Erdogan ên reformê nayê. Heke tê xwestin bi reforman welat bê demokratîkkirin navnîşan Îmralî ye. Heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin tecrîda li ser civakê nikare bê rakirin.”

Unsal destnîşan kir ku xebatên wan ên li dijî tacîz, destdirêjî û hişbirê ku polîtîkayên desthilatê ne jî hene û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em li Sûrê bi 400 malbatî re hatin gel hev. 50 malbat li me vegeriyan û daxwazan kirin. Xebatên me yên ku bo bersivandina daxwazin wan didomin.”

 Konferansa bi 350 delegeyî

Her wiha Unsal agahî da ku dê di meha kanûnê de bi beşdariya 350 delegeyî konferanseke berfireh a rêxistinbûnê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî konferansê bi awayekî yekûn bi ruhê seferberiyê bername û çalakiyên me timik bi awayekî aktîf bên berdewamkirin. Em ê derbasî xebatên seferberiyê bibin. Em soz didin ku dê bi vê pêngava xwe têkoşîna jinan hê bêtir bi pêş bixin. Dê vê xebata seferberiyê bi pêşengiya têkoşîna jinên ciwan pêk were. Di esasê xwe de em bi ruhê seferberiya mor dikevin nav tevgerê.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar