Navenda Nûçeyan
Joe Bîden ê ji bo serokatiya Amerîkayê hat hilbijartin, ekîba xwe ya ragihandinê ku bi temamî ji jinan pêk tê, aşkera kir. Ofîsa Bîden a ekîba çapemeniyê ya asta jor ku bi temamî ji jinan pêk tê, diyar kir ku di dîroka welêt de ev yekemîn car e tişteke wiha pêk tê.
Serokatiya vê ekîba Bîden dê alîkara gerînendeya ragihandina kampanyayê ya berê Kate Bedîngfîeld bigire ser xwe. Jen Psakî ya ku di dema Barack Obama de, Gerînendeya Ragihandinê ya Qesra Spî dikir jî bû Berdevka Qesra Spî.