Navenda Nûçeyan
Rojnameya Xwebûnê ya heftane, di hejmara xwe ya 50’yemîn derket û bi manşeta ‘Fêm nakin û nezan in’ balê dibe ser nêzîkatiya dadgeha dewleta tirk a li zimanê kurdî.
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hatibû girtin, Îsmaîl Çoban ê ku niha bi awayî girtî tê darizandin, xwest di danişîna Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 7’emîn de parastina xwe bi kurdî bike. Dadgehê parastina Çoban qebûl nekir û ji bo gotinên wî yên kurdî got, ‘Hat dîtin ku bersûc pirsên tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê fêmkirin bersivandiye.’
Rojnameyê bi boneya salvegera qetilkirina serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di rûpela xwe ya yekemîn de, bi sernavê ‘Kujerên Tahîr Elçî tên parastin’ cih daye bîranîna wî ya ji aliyê Baroya Amedê û saziyên sivîl ve li ber Minera Çarling hat lidarxistin.
Xwebûn vê hefteyê jî bi nûçe û mijarên cihêrengên ên di rojevê de gihîşt xwendevanên xwe. Rojname di vê hejmarê de bi taybetî li ser aloziyên li Şengalê sekiniye û der barê mijarê de du nûçeyên taybet amade kirine.
Nivîskarên rojnameyê vê hefteyê jî li ser mijarên cur bi cur nivîsîne. Navên nivîskaran wiha ne: Munewer Azîzoglu Bazan, Yaqob Tilermenî, Felemez Ulug, Hisên Çatikkaş, Dr. Abdullilah Polat, Samî Hêzil, Seyidxan Anter, Mehmet Şahîn, Cemîl Oguz, Riza Uyar, Dogan Hejar, Mefer Kurdil û Agît Yazar