Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘PKK parastina Kurdistanê dike’

Welatiyên Silêmaniyê li dijî helwesta PDK’ê ya şerxwestinê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku PKK parastina Kurdistanê dike û divê PDK dev ji siyaseta xwe ya şerxweziyê berde

Siyaseta şerxwaz a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dewam dike. PDK rojane hêzên xwe yên leşkerî bi çekên giran dişînê Herêmên Parastinê yên Medyayê. Nerazîbûna hemberî vê siyaseta şerxwaz her ku diçe zêde dibe, li ser vê mijarê welatiyên bajarê Silêmaniyê axivîn.

Welatiyê bi navê Serkewt Mihemed diyar kir ku PKK xak û nîştimanî parastiye û tu carî bosteke axê jî dagir nekiriye û wiha got: “Lê ji ber ku PDK li ser xeta xiyanetê ye û bûye çeteyên Tirkiyeyê, nefta Herêma Kurdistanê hemû radesî Tirkiyeyê kiriye. PDK lîtreyek neft nade xelkê xwe, xelk niha hemû ji sermayê dinalin.”

Daxwaza diyalogê

Welatiyê bi navê Ferhad Mihemed jî ser heman mijarê got ku ew bi tu awayekî naxwazin şer çêbibe û diyar kir ku PKK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwaza diyalogê dike û ev tişt anî ziman: “PKK şer naxwaze, em PDK’ê fam nakin, yan bi xwe dixwaze vî şerî bike, yan jî Tirkiye li ser wan ferz dike. Pêwîst e di vê rewşa niha de PDK’ê hemû hêz û aliyên kurdî kom kiraba û dawî li nakokiyan anîba. Divê PDK baş bizanibe, Tirkiye dixwaze herêmên Kurdistanê dagir bike. Tirkiye bi bombebaranan dixwaze xelkê herêmê dev ji malên xwe berdin û leşkerên xwe li wan herêman bi cih bike.”

Siyaseta şerxweza a PDK’ê

Di heman mijarê de Sîrwan Derwêş nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta şerxwaz a PDK’ê anî ziman û wiha got: “Ez piştgiriyê didim PKK’ê, ji ber ku şoreşger in û daxwaza mafê kurdan dikin. Bê cudahî parastina Başûr û hemû parçeyên Kurdistanê dikin. Sedema şer destên derve ne, ger ne destê derve be, em hemû yek in.”

‘Pêwîst e em hişyar bin’

Herî dawî welatiyê bi navê Azad Elî jî li ser heman mijarê ev tişt anî ziman: “Ez şerê di nava kurdan de şermezar dikim. Niha liv û tevgerek hêzê heye, ev siyaset bi destê welatên derve herêmê çêdibe. Dixwazin şerê navxweyî çêbibe, ji bo vê pêwîst e em hişyar bin, dîrokê ji bîr nekîn û xwe ji nava vî şerî derbixin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar