Di demên dawî de, têgeha reformê li Tirkiyeyê pir hat nîqaşkirin. Bi hilbijartinên DYA’yê de, Biden bi ser ket. Piştevanên dewleta tirk ên herî mezin, Turmp û desthilata wî têk çû. Pîştî vê têkçûnê Berat Albayrak îstifa kir. Berat Albayrak ku bi zavayên Trump û bi rêveberiya Trump re bi têkiliyên xwe yên aborî û siyasî ên gemar dihat naskirin. Piştî îstîfaya Albayrak, wezîrê dadê ên dewleta tirk Abdulhamit Gul, got qîyamet jî rabe, ew ê guhertinan di huqûqî bikin. Piştî wî Erdogan daxuyanî da û got ew ê di aliyên huqûqî, demokrasî û aborî de reforman bikin. Bulent Arinç bi serserkî xwe li nav nîqaşan da û got Kavala û Demîrtaş divê werin berdan. Alaattin Çakici gef li Kiliçdaroglu xwar, qazix nîşanî wî da. Piştre van nîqaşan Erdogan got cihê min diyar e, ez li cem Bahçelî û Çakici me. Paşê serê Bulent Arinç xwar û Arinç îstifa kir.
Gelek kes vê mijarê nîqaş kirin. Hinekan got ev amedekariya ji bo rêveberiya Biden e; hinekan got tifaqa cumhur xira dibe; hinekan got Erdogan rojev diguherîne û hinekan jî got Bahçelî Erdogan dîl girtiye. Şîroveyên ji rastiyê dûr, bi temamî hatin kirin. Hinekan ji çavkaniyên nepen, agahiyên nepen dan û xwestin rastiyan berovajî bikin.
Reform çi ye? AKP-MHP dikare reforman bike? Me got em li ser wateya van têgehan dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê şîrove bikin.
Berê em formê pênase bikin. Form şekil û şemal e. Di xwezayê de wek madde tê zanîn. Lê di xwezaya însanan de form sazî ne. Sazî nayê dîtin, di mejî de şekil digire. Sazî bi fikran û zihniyatan tên avakirin. Ji ber vê yekê jî dewlet ji formek saziya civakî ye û li gor zihniyetekê şekil girtiye. Reform tê wateya guhertinê. Ji bo pêşerojê, guhertinên bingehîn e. Ji ber ku form bersiva demê nade, li gor dem û pêşveçûnên mirovî, di nav pergala heyî de guhertin bikin, mirov dikare wek reform bi nav bike. Wateya deformê jî xerabûn, qetandin, rizandin e; çirandin, qetandin û rizandina formê, mirov dikare wek DEFORM bi nav bike.
Li ser vî esasî, gelo guhertina Erdogan dixwaze bike, reform an deform e? Netewe-dewlata tirk formeke û bi zihniyeta netewperestî, nijadperstî, serdestî û zordestiyê hatiye avakirin. Di vê formê de hiqûq, edalet, demokrasî, mafê mirovan nîne. Di vê formê de hebûna gelê kurd nîne. Kurd wek dijmin tê dîtin û her destkefya kurdan, ji bo netewe-dewleta xwe wek tunebûnê dibînin.
Desthilata AKP-MHP’ê desthilata herî gemar, qirêj a dewleta Tirk e. Rûyê dewleta tirk a faşîst e. Desthilatî û burokrasiya dewletê, di nav AKP-MHP, Ergenekon, mafya, terîqet û cemaetan de hatiye parvekirin. 6 sal in, li ser gelê kurd û demokratên Tirkiyeyê, zilmeke mezin tê kirin. Bi plana rûxandinê xwestin destkeftiyên gelê kurd hemû ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî hemû derfetên xwe bi kar anîn. Asta ku em gihîştine mejiyê forma dewleta tirk riziya, aboriya wê li bin ket, polîtîkaya derve têk çû. Di hundir de AKP bû 3 parçe, MHP bû 2 parçe, burokrasiya dewletê riziya û qediya. Ji niha û pê ve, nikarin bi vî şeklî bidomînin. Êdî ne hêzên navneteweyî, ne hêz û gelê Rojhilata Navîn, ne jî gelê Tirkiyeyê vê desthilatê qebûl dike.
Ji ber vê yekê, dixwazin xwe ji vê rewşê rizgar bikin lê êdî tu kes bawerî bi wan nayne. Ew bixwe jî bixwe û bi hev bawer nînin. Tişta ku bikin reform nîne, deform e. Form riziya, qetiya û çiriyaye. Deforme bûye. Ne form digire êdî, ne reform, ne jî deform… Êdî tu kes nikare wan xilas bike. Dem dema rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê ye; dem dema azadiyê ye!