PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Helebce peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê tê çêkirin

Navenda Nûçeyan

Peykerê Jiyanewe, li Helebceyê ji aliyê Peykersaz Huner Sahêbe ve tê çêkirin û peyker wek sembola serhildan û berxwedana jinên Êzidî wê pêşkêşî Şengalê were kirin.

Li Helebce bi qasî meheke Peykersaz Huner Sahêbe dest bi çêkirina Peykerê Jiyanewe kiriye û dixwaze vê peykerî wek diyariyek ji bo serhildan û berxwedana jinên Êzidî ya li dijî şidet û tawanê li beramberî  wan hatiye kirin, pêşkêşî gelê Şengalê bike.

Peykersaz Huner diyarkir ew vî peykerî wek diyariyek pêşkêşî hemû jinên Êzidî ên li Şengalê li dijî zilmê serîhildan dike.

Her çiqas heta niha ne diyare ka wê ev peyker li Şengalê were danîn an na, lê peykersaz Huner hêvî xwest ku ev karê wî yê hunerî ji bo jinên Êzidî bibe mîna sembolek.

Rêxistina Ême, li parêzgeha Helebceyê sponseriya karê çêkirina vî peykerî girtiye ser xwe. Peyker ji madeya fayber glas tê çêkirin. Bilindiya wê du metre û nîve, firehiya wê jî 70 santîme.

Peyker bi şêweyê ku li ser pelên zeytûnê hatiye çêkirin, zincîrek li dora wê re diçe, ji nava pelên zeytûnê jinek derdikeve wek sembola ji nûve jiyanê ye. Tê wateya ku jin sembola berxwedanê ye, pelên zeytûnê ji nûve şînbûn yan jî ji nûve jiyanbûne, zincîr jî astengî û zehmetiyê pênase dike.

Li gorî gotina Peykersaz Huner Sahêbe, pêşkêşkirina peykerê Jiyanewe li Helebce bo Şengalê wateyek xwe ya taybet heye, ji berku Helebce jî mîna Şengal û Efrînê di komkujiyan re derbasbûye û bi hezaran şehîd daye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar