Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex û Sîlopyayê, polîsên tevgera taybet bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de polîsan Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, Hevseroka HDP’ê ya Hezexê Nafiye Gecgel, Endamên Meclisa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Asûman Kulter, rêvebirê HDP’ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc û endamê KCD’ê Ekrem Şavlûk binçav kirin.
Di çarçoveya operasyonê de polîsan li navçeya Hezexê bi ser mala siyasetmedar Resûl Sadak de jî girtin lê ji ber ku Sadak ne li mal bû ew binçav nekirin.
Sedemê binçavkirinan nehat zanîn û tê payîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibin. ŞIRNEX