Navenda Nûçeyan
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî peymana di navbeyna PDK-hikûmeta Iraqê û geşedanên piştî wê rû dane ji Medya Haberê re axivî.
Karasû diyar kir ku niha radibin dibêjin ‘nizamin PKK dê çi bike’ û wiha got: “Hûn ê xweseriya êzidiyan nas bikin, ne xweseriya PKK’ê. Hûn ê xwerêveberiyê bidin wan.”
Hurgiliyên axaftina Karasû wiha ye:
“Civaka êzidî ew peymanê qebûl nekir. Ji ber ku di nava wê peymanê de êzidî tune, saziyeke êzidiyan tuneye. Bi navê êzidiyan kes nîne. Fermana 74’an li vê civakê rabû, hindik mabû tune bibûya, vî gelî tecrûbe ji vê yekê derxist. Naxwazin careke din ferman li wan rabe. Rabûna fermaneke din tê wateya tunebûna wan. Ya rast di vê fermana dawî de dê biqediyana. Vî gelî qebûl nekir. Wê demê îradeya vî gelî divê li ber çavan bê girtin.
Gelo ev xweserî li dijî kê ye? Gelo li cîhanê xweserî nîne? Ewropayê, Amerîkayê çima xwedî li vî mafê xweseriyê yê vî gelî dernakevin? Wê bihatina qirkirin. Gelo êzidî wê li wir dewletê ava bikin? Gelo wê bêjin, ‘Me li vir, li Şengalê dewletek ava kir?’ Tiştekî wisa heye?
Gelo çi zirara xweseriyê li PDK’ê, li rêveberiya başûrê Kurdistanê heye? Li şûna ku piştgiriyê bide, bi vî rengî tevdigere. Bi rastî jî me fêhm nekiriye. Dibêjin dê 10 hezar polîs biçin wê derê. Çima wê biçin? Ew gel dikare li wir ewlehiya xwe, asayîşa xwe pêk bîne. Ev şaş in. Nabe ku ji bo xatirê zextên dewleta tirk vê bikin. Dewleta tirk di her mijarê de şantajê dike.
PKK’ê xwe ji wir vekişandiye. Em dibêjin bila li wir xweserî hebe, kî bi rê ve dibe bila bi rê ve bibe. Tenê bila êzidî xwe bi rê ve bibin. Bila êzidî jî xwedî li xweseriyê derkevin. Êzidiyên nêzî PDK’ê jî yên nêzî YNK’ê jî bila daxwaza xweseriyê bikin. Çima naxwazin? Ger êzidiyek xwerêveberiyê, xweseriyê nexwaze, ew ne êzidiyekî rasteqîn e. Bila xweseriyê bixwaze, nêrîna xwe çi dibe bila bibe. Tu xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ger di sala 2014’an de te xwe bi xwe bi rê ve bibira, wê rewş bi vî rengî nebûya, tu yê ji warê xwe nereviyabûya. Rêveberiya te wê li ber xwe bida.
Iraq jî bila meseleyê bi diyalogê çareser bike. PDK jî bila hurmetê nîşanî rêveberiya xweser a li wir bide. Ev yek dê qîmetê PDK’ê zêde bike. Dê qîmetê Iraqê jî zêde bike. Êzidiyan rêveberiya xweser ava kiriye û Iraqê jî qebûl kiriye, ger bi vî rengî bibe Iraq wê ji nişka ve mezin bibe, wê îmaja wê biguhere.
Tişta em dibêjin ev e; bila xweser bin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, kî dike bila bike. Nêzîkatiya me tenê exlaqî û wijdanî ye. Divê nêzîkatî jî hemû exlaqî û wijdanî be. Niha radibin dibêjin ‘nizanim PKK wê çi bike’. Hûn ê xweseriya êzidiyan nas bikin, ne xweseriya PKK’ê. Hûn ê xwerêveberiyê bidin wan. Li wir bila hilbijartin bibe, di encama hilbijartineke demokratîk de kîjan êzidî hate hilbijartin bila wê derê bi rê ve bibe. Îradeya wan e. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Pirsgirêk bi aloziyê çareser nabe. Nêzîkatiya li civaka êzidî karakterê mirovan nîşan dide. Tu bi çi rengî nêzî êzidiyan dibe, hingî exlaq, wijdanê te, nêrîna te ya siyasî jî bi wî rengî ye. Ew pîvan e, ji bo mirovan jî ji bo rêxistinan, ji bo dewletan jî pîvaneke. Berpirsyariya her kesî ye ku tevkariyê li xweseriya êzidiyan bike.”