Navenda Nûçeyan
Şêniya bi navê Emîne Ebdo ya ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê deteyên hevdîtina xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re sala 1995`an bi bîr xistin û got: “Em komek kes bûn, ji me re gotin ku em ê serok li taxa Hemdaniyê ya Helebê li mala welatparêzekî bibînin. Em çûn wê taxê. Lê min berê serok nedîtibû. Me bi hev re dikir piste pist ku em ê çawa serok bibînin, ev tişek nedihat bawerkirin.”Emîne wiha domand: “Dema serok û apê Şewket şêniyekî ji kantona Efrînê derbasî odeyê bûn, silav da me, nav û bajarên me pirsî. Piştre dest bi axaftinê kir.”Emîne di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de got: “Serok got min bi serî derzî bîrek koland û min jê av vexwar. Lê em jê têr nebûn. Divê em hemû ava bîrê vexwin.”
Emîne destnîşan dike ku wan ji serok wateya vê hevokê pirsîne û wî wiha bersiv daye: “Ev tê wateyê ku divê em hemû tê bikoşin, li pêşiya tevlêbûna zarokên xwe di nav refên têkoşên rizgariyê de nebin asteng. Divê em welatê xwe ava bikin.”
Her wiha Emîne diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji wan re gotiye dibe rojekê ne di nav wan de be, lewra divê baldar bin û pişta xwe bidin hev du.
Emîne bal kişand ser gotinên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola jinan a pêşeng di rizgakririna Kurdistanê de û wiha domand: “Rêbertî piştrast kir ku şoreş bi rizgarkirina jinan bi ser dikeve. Ji ber ku jin di vê şoreşê de pêşeng in.”
Emîne di dawiyê de tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike û hevdîtinên malbatê û parêzera Mihemed Ehmed endamek berê yê koma Engîzek a li kantona Efrînê ya dagirkirî ye dibêje ku wî sala 1993`yan li taxa Suryan a li Helebê tevî 10 hevalên xwe bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye.
Derbarê wê hevdîtinê de Ehmed dibêje: “Ji me re gotin ku serok dixwaze li taxa Suryan bi endamên koma Engîzek re rûne. Ji ber wê em ji Efrînê çûn Helebê. Em çûn mala welatparêzekî li taxa Suryan û heta 45 deqeyan em bi serok re rûniştin.”
Ehmed wiha berdewam kir: “Serok behsa parastina çand kir û got ji bo ku em hebûna xwe biparêzin divê em çanda kurdî biparêzin. Me jî soz da serok ku çandê û koma Engîzek biparêzin û pêş bixin.“n serbest bike.