Navenda Nûçeyan
Ligel êrişên bênavber ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên hundirîn ên şaneyan ên girêdayî gelek aliyên herêmî û navneteweyî yên bi armanca derbekirina ewlehî û aramiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê, lêkolîner piştrast dikin ku pêdivî bi xweparastinê heye, da ku civak bi pêş bikeve.
‘Dive mirov xwe biparêze’
Xweparastin, rêbaza herî baş a parastina civakê bi xwe li dijî her hewldaneke jevkirina hundirîn yan jî destwerdana derve yan êrişan e. Pêdiviya civakê ya yekane bi parastina xwe, erd, dewlemendî û berhemên xwezayê ye.
Girêdayî mijarê, Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk Ezîz Elî wiha got: “Xweparastin bi awayekî xwezayî li gel her mirovekî/ê di civakê de heye. Li gel her kesî bi xwezayî mekanîzmaya parastinê heye. Ji ber girîngî û pêwîstiya wê heye.”
Taya zirav
Li gorî mirovên li herêmên ku her tim şer lê heye, parastin ji av û xwarinê girîngtir e, mîna herêmên Rojhilata Navîn ku êdî bûye kaniya şer û tunebûna aramiyê.
Elî behsa girîngiya xweparastinê kir û wiha got: “Xweparastin taya zirav a di navbera xwezaya mirovan û tişta li ser wê ferz dibe de ye. Xweparastinê jî parastina xwezaya civak û çandên wê dike. Çi civaka mekanîzmaya parastina xwe winda bike, çarenûsa wê têkbirin, qirkirin û mêtîngerî ye. Lê civakên xwe dispêrin xweparastinê, dê bigihînin azadî, serkeftin, serxwebûn û rizgariyê. Ev tevahî jî li gorî civakan û xweparastina wê ye.”
‘Li beramberî gelek gefan e’
Di dirêjahiya deh salên borî de, rêxistinên terorî mîna DAIŞ, El-Nusra, rêxistinên dîtir û aliyên herêmî bi awayekî hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Têkildarî vê yekê, Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropa Newaf Xelîl wiha got: “Ji sedsala dawî ve, Kurd rûbirûyî gefan e, heta Kurd nikarin guhartinên binyad li welatê ku tê de dijîn çêke û destkeftiyên xwe li destûrê bi rêya guhartina hevpeymana civakî di destûrê de misoger bike. Ji ber ku li hemberî gelek gefan in.”
Xelîl wiha domand: “Metirsiyên beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê rengek bû û di vê merheleyê de jî bi rengekî din e. Berê metirsî li pergendebûna civaka Kurd, windabûna nirx û qelsbûna zimanê kurdî hebû. Lê niha ji ber destkeftî hene, rewşa cuda ye. Lê li gel jî rejîma Basê ji aliyekî ve û dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve gefên bênavber dixwin. Ji lew re mijara sereke ew e ku çawaniya birêxistina vê civakê ye.”
Li aliyekî din jî akademisyen Ezîz Elî wiha bi lêv kir: “Êrişên hovane ji leşkerî, siyasî, dîplomasî, çandî û aborî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Bi wê re ji civakê tê xwestin ku bi hemû pêkhateyên xwe bibin yek û ji xweparastinê de dest pê bikin.”
Elî destnîşan kir ku pêdivî bi xurtkirina mekanîzmaya xweparastin li gel her kesekî, mal, tax û bajêr heye û divê tevahî enerjiyên civakê di vê çarçoveyê de bê herikandin. Ji ber enerjiya takakesî têrî sînordarkirina van êrişan nake.”
‘Bêyî xwe parastine tevahî rê nenas û girtî ne’
Pêdiviya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xweparastin û pêdeşbirina wê heye. Ji ber rewşên wê yên siyasî û leşkerî ku tê re derbas dibe. Elî da zanîn ku dûrketina civaka Bakur û Rojhilata Sûriyê ji xwezaya xwe ya xweparastinê, dê têk bibe û wiha berdewam kir: “Heke vê civakê xwe neparast û yekitiya wê tune bû, dê rêya wê nenas û girtî be û bi wê re têk biçe.”
Elî, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê piştdayîna li aliyên derve de hişyar kir, ji ber dê piştre li gorî siyasetên wan aliyan biçin û wiha pê de çû: “Bila civaka Bakur û Rojhilata Sûriyê di parastina rûmeta xwe de û xwenetewandina ji siyasetên derve re, bijî. Divê pişta xwe di xweparastin û pêdebirina derfetên xwe de, bide xwe.”
Elî diyar kir ku çarenûsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya îro di destê wê de ye ku ew pêşeroja xwe diyar dike û wiha piştrast kir: “Çiqas ev civak xwe, herêm û çanda xwe biparêze dê encamê wergire. Dibe ku gelek derbe li dijî me pêk bên. Lê belê divê em hilgirin û heta gihandina azadî û bejahiya ewle li ber xwe bidin.”
‘Swîsre û Almanya mînakên cîhanîne’
Gerînendeyê Navenda Lêkolîna Kurd li Ewropa Newaf Xelîl li ser mîna xweparastinê li Ewropa da û wiha got: “Ger me behsa mîna Swîsrê kir, em ê bibînin ku li gel wê tenê artêşek ji 9 hezaran heye. Lê belê gelê wê tevahî bi çek e. Di dirêjahiya 500 salên borî de nehatiye dagirkirin û êrişkirin. Ew welat bi turîzm, çêkirina saet, çokolata û çekan navdar e. Tu dewlet newêre êrişî wê bike. Tevî artêşa wê jî çaryeka Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Heta ku gel bigihîje baweriyekê dê demeke dirêj derbas bibe.”
Xelîl wiha da zanîn: “Mînakeke din jî; Almanya ye. Almanya di şerên cîhanê de ji 1914’an heta bi 1946’an de têk çû. Di vê dema kin de tevahî welat hat wêrankirin. Lê belê hevgirtina civak, baweriya bi xwe û piştdayîna li ser hêza xwe, hişt ku Almanya bibe hêza herî xurt a aborî di cîhanê de û bibe stûna aborî li Ewropa. Almanya ji bin kavilan rabû ser piyan û Swîsre jî ji 500 sal ve nehatiye êrişkirin.”
Akademisyen Ezîz Elî eşkere kir ku ger civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe, herêm û çanda xwe parast û gihaşt yekitiyekê, dê serkeftin navnîşana herêmê be û dê pêşerojê para wê be.”
‘Civakê qehremantî şer kir û li dijî Daiş ê bi ser ket’
Newaf Xelîl piştrast kir ku YPJ, YPG û QSD’ê bûn nimûneyên herî baş li cîhanê û wiha bi dawî kir: “Me di Navenda Lêkolîna Kurd a li Ewropa de bi hezaran rûpelên dezgehên çapemeniyê yên cîhanê û rûpelên berpirsên mezin ên Koalîsyna Navnetewyî ku li ser vê civakê, rêxistina wê û şerê qehremantî ya li hember DAIŞ’ê axivî ne, wergerandin. Bo nimûne, piştî 11 Îlonê û heta peymana bi Talibanê re beriya çend mehan, li Afganistanê 150 hezar hêzên NATO’yê heye.”