Navenda Nûçeyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger (CTŞ) bi gotina; ‘Ji azadiya Rêber Apo, rizgariya Kurdistanê û avakirina modernîteya demokratîk bênavber kar dikin’ ji bo meşa 5’ê Kanûnê banga tevlibûnê kir. Dê meş di çarçoveya pêngava ‘Bi Hev Re Serhildan’ bê lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihand ku dê 5’ê Kanûnê ji Stûttgarta Almanyayê bigire heta gelemperiya welat bi çalakiyên xwe yên mezin dê carekî din vîna xwe ya azad derbixin holê.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Têkoşîna azadiya me têkoşîna azadiya Rêber Apo ye. Em ciwan ji şoreşê natirsin, ji bo siberojê xeyalên me yên mezin hene. Berxwedana me nasnameya kurd, rola civakî ya jin û jiyanek azad ji nû ve ava kir. Di çalakiyên çend mehên dawî de ev encam derketin holê. Eniyên li dijî faşîzma tirk her diçe mezin û berfireh dibe, weke tevgerekî demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn, her ku diçe rola me zêdetir û rewa dibe. Em ê bi tevgera Rêber Apo, sekin û sebra wî serhildan xwe bi serketinê encam bikin. Tu demê biqasî niha em nêzî azadiyê nebûne. Ji bo vê weke tevgerekî ciwanan a li Ewropayê em ê çalakiyên xwe bi hêz bikin. Ji azadiya Rêber Apo, rizgariya Kurdistanê û avakirina modernîteya demokratîk bênavber kar dikin.
Ji bo azadiya Rêber Apo bang li hem ciwanên kurd û enternasyonalîst dikin ku tev li meşa 5’ê Kanûnê ya li Stattgart a gelemperiya welat bibin.”