Navenda Nûçeyan
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a girtiyên PKK û PAJK’ê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 6’an de ye. Çalakî jî ji aliyê komên duyemîn ve hate dewirgirtin.
Girtiyên bi navê Ela Kamiş û Hîvda Çelebî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Beybûrtê girtine, greva birçîbûnê ji Sîbel Kaya û Şehrîban Akdere yên di nava kom duyem de bûn dewir girtin.
Peyama jinên ku çalakî dewr girtin wiha ye:
“Di dema grevê de moralê me zêdetir e. Ji bo hemû cihî armanca xwe ya grevê me ragihandiye. Heta tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe dê greva me bidome. Têkiliyek xurt a me bi gelê me re heye. Hêviya gelê me, wê zêdetir hêvî û hêzê bide me.”