Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK ji bo parastina desthilatdariya xwe her tiştî dike’

Hewldanên PDK’ê yên ji bo derxistina şer berdewam dikin. Mamostayên Zanîngeha Germiyanê jî diyar kirin tişta ku PDK dike xiyanet e û ji bo domandina desthilatdariya xwe her tiştî dike

Zêdetirî meheke PDK bi hezaran çekdarên xwe li gel çekên giran sewqî herêmên gerîla lê ne dike û hewl dide şer derxe. Vê yekê jî bi hevkariya dewleta tirk a dagirker dike. Mamostayên Zanîngeha Germiyanê li ser van hewldanên PDK’ê axivîn.

Mamostayê Zanîngehê Miqdad Hesen da zanîn ku PDK partiyeke berjewendîparêz e û wiha got: “PDK tenê ji bo berjewendiyên xwe û binemala Barzanî, amade ye hemû lihevkirinek ku ne di xizmeta gelê kurd de ye bike. Lihevkirina ku li gel Tirkiye kirî bi taybetî di warê neftê de, ne tenê lihevkirinek aborî ye. Di heman demê de lihevkirinek leşkerî û ewlehiyê ye jî. Vê lihevkirinê jî ji bo parastina binemala Barzanî û hizba xwe kiriye.”

Hesen diyar kir ku dewleta tirk qezencek mezin ji vê lihevkirinê wergirtiye û şerê li dijî PKK’ê jî parçeyek ji vê lihevkirinê ye û destnîşan kir ku PDK’ê her tim ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe destê xwe daye dijminê gelê kurd, anîna hêzên rejima Baasê ji bo Hewlêrê jî wek belgeya herî baş a vê taybetmendiya PDK’ê bi nav kir.

Her hewldanek ji bo kuştina kurdan xiyanet e

Mamostayê Zanîngehê Cemal Şukur jî di derbarê metirsiya derketina şer de wiha axivî: “Her hewldanek ji bo kurd kuştinê hebe, xiyanet e. Anîna hêza dijmin ji bo ser her hêzek kurdî xiyanet e. Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me kurdan bi yekitiya neteweyî heye. Lê mixabin PDK rê ji dewleta tirk re xweş dike da ku êrîşê ser PKK’ê bike. Plana PDK’ê û dewleta tirk ew e ku Qendîlê dorpêç bikin, gerîla û gelê kurd ji hev qût bikin. PDK her tiştî ji bo parastina partiya xwe dike.”

Şer dê zirareke mezin bide

Mamosta Yasîn Aşur jî li ser heman mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Şerê ku PDK dixwaze li dijî PKK’ê bike, bêguman wê ziyanek mezin hem li ser asta navxweyî hem jî li ser asta navneteweyî bigihîne doza kurdan. Peywendiya navbera PDK û PKK’ê peywendiyek aloz e. Sedemê vê yekê jî destên ji derve di pişt de hene. Ev yek jî metirsiyek mezin e ji bo şer di navbera her du aliyan de derkeve.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar