Navenda Nûçeyan
Di van demên dawî de PDK’ê bi hezaran çekdarên xwe li gel wesayîtên zirxî û çekên giran sewqî deverên gerîla kir. Ev liv û tevgera PDK’ê ya ku metirsiya derketina şerê kurd bi kurd çêdike, di nava kurdan de bûye rojev. Her wiha di van rojên dawî de çekên ku PDK’ê li gel çekdarên xwe li herêmên gerîla bicih kirine di nava raya giştî de jî cihekî xwe yê berfireh girtiye û gelek tişt li ser tên gotin. Li gorî zanyariyan ev çek ên amerîkî û almanî ne ku hêzên hevpeyman ji bo şerê DAIŞ’ê radestî hikûmeta başûrê Kurdistanê kiribûn.
Di der barê vê mijarê de yek ji efserên pêşmergeyê ku tev li şerê li dijî DAIŞ’ê bûye û ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî were aşkerakirin, zanyariyên gelek girîng ji ajansa Rojnewsê re aşkera kir.
Efser diyar kir k udi navbera salên 2014-2015’an de gelek caran bi çavên xwe dîtiye ku hêzên PDK’ê çûne navenda lojîstîkî ya Wezareta Pêşmergeyê hemû cureyên çek û gelek kelûperên leşkerî birine deverên Bilê, Barzan û Beroje û got ku ji bilî wan tu kesê nedizanî çi ji wan çekan dikin û dê ji bo çi bikar bînin.
Efser destnîşan kir ku di sala 2015’an de Iraqê alîkariyek zêde ya çek û kelûpelên leşkerî bi YNK û PDK’ê re rê kiriye ku ji bo li dijî DAIŞ’ê bikar bînin û wiha got: “Çekên ku YNK’ê wergirtibûn diyar bûn û hatin bikaranîn. Lê yên ku PDK’ê wergirtin tu ji wan nehatin bikaranîn, ji bo wan deverên ku binemala Barzanî lê ne birin û xistin dii jêr xizmeta malbata Barzanî de.”
‘Heman talankariyê li alîkariyên hevpeymanan jî kirin’
Li gorî gotina wî efserî, PDK’ê heman talaniyê li alîkariyên ku hêzên hevpeyman didan jî kiriye û qala bûyerek ku ew bi xwe bûye şahidî kiriye kir: “Di sala 2015’an de hêzên hevpeyman 47 wesayîtên ji cûra Hamer dan wezareta pêşmergeyê ji bo di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bikar bînin. Lê PDK’ê dest danî ser. Ji bo ev wesayît werin windakirin, bi rengek din hatin boyax kirin û propaganda wê yekê kirin ku wan ji Kore û Urdinê ev hamer kirîne.”
Têkildarî alîkariya ku di rojên derbasbûyî de Amerîkayê bi Wezareta Pêşmerge re kirî jî wiha axivî: “Îsal jî Amerîkayê zêdetirî 200 hameran bi hemû pêdawistiyên wê ve radestî herêmê kir. Li gorî sîstemê, wezareta pêşmergeyê li gorî pêdawîstiyan daxwaza çek û pêdawîstiyên leşkerî dike. Divê hikûmet jî li gorî van pêdawîstiyan van çekan bi -hêzên pêşmergeyê belav bike. Lê desthilatdarên PDK’ê dest danîn ser û heta niha jî li hêzên pêşmergeyan nehatine belavkirin. Her wiha tu demê jî li gorî pêwîstiyan çek nehatine belavkirin, her tim li gorî ka wê li ku derê xwe pê biparêzin çek tên birin.”
Di derbarê cûreyên çekan de jî wî efserî diyar kir ku çekên ku di dema şerê DAIŞ’ê de li ber destê PDK’ê xirabûn, çekên gelek giranbiha û giran bûn, hêzên hevpeyman van çekan nedifirotin hemû welatan û da zanîn hinek ji cûrên çekan ev bûn; Çeka M4, Walter, Mîlano, fûzeyên bi aqil, hamerên zirxî yên ji cûra Hamvî, tank û zirîpoş bûn.
Efserê pêşmergeyê got ku ji bilî talankirin û dest danîna ser bi hezaran çek û pêdawîstiyên leşkerî, berpirsên PDK’ê gelek çekên ferdî di bazara reş de firotine û bazirganiyê pê kirine.
‘Almanya û Fransa bi talankariyê hesiya’
Efserê pêşmergeyê ragihand ku di sala 2015’an de Almanya bi rêya îstîxbaratê pê hesiya ku çekên ku ew didin herêmê da ku li dijî DAIŞ’ê bikarbînin, di bazaran de tên firotin û beşek ji van çekan winda ne û diyar kir ku piştî Almanya bi vê talankariyê hesiya wezîrê parastinê yê Almanya hatiye herêmê û rû bi rû ji berpirsên herêmê re wiha gotiye: “Ka lîstaya alîkariya ku Almanya bi were kiriye aşkera bikin. Her wiha piştî Almanyayê Fransayê jî heman daxwazê kiriye.
Di axaftina xwe de efserê ev tişt anî ziman: “Piştî Almanya û Fransa daxwaza aşkerakirina çekan kir, Wezareta Pêşmergeyê komîsyonek ava kir da ku çekên li hemû eniyan hene lîsta wan were derxistin. Lê derket holê ku çekên li bazarê hatine firotin û yên nediyar in hejmara wan gelek in û tu behaneyek ji wan re nayê pejirandin ku ev kar ji aliyê berpirsên hizban ve hatine kirin. Ji bo mînak tenê li Eniya Guwêr ku Sîrwan Barzanî birazayê Mesûd Barzanî berpirsê wê ye, 17 hamer winda bûn. Kesê jî nezanî ev hamer ji bo ku derê hatine birin û çi lê kirine. Ji bo wê biryar dan dest ji vê karî berdin û binixûmînin.”
Ser çekên windayî çawa hat nixumandin?
Di derbarê nixumandina vê talankariyê de jî efserê pêşmergeyê ev tişt diyar kir: “Ji bo nixumandina dizî û talankariyê dest bi senaryoya bûyerên agir pê ketina cebilxaneyan hate kirin. Bi awayek plankirî, di sala 2016’an de dest bi pêkanîna senaryoyê hate kirin. Bûyera destpêkê ya agir pêketina cebilxaneyê li devera Tasluce ya Silêmaniyê rû da. Piştre jî li sînorê Hewlêrê li Enkawa, Cejnîkan, Beranetî, Herşem û rêya Sêbîran çend bûyerek agir pêketina cebilxaneyên pêşmergeyê rûdan. Ev bûyerên şewatê ji bo nixumandina dizî û talankariyê pêk anîn.”
Her wiha efserê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu aliyek nedizanî PDK’ê çi ji van çekan kiriye, ta dema hêzên xwe bi çekên giran sewqî herêmên gerîla kir. Wê demê aşkera bû çekên ku diviyabû ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bikarbanîba, ji bo li dijî kurdan bikar bîne hilgirtiye. Vê yekê jî bi agahdariya Amerîka û daxwaza Tirkiyeyê dike.” Çavkanî: Rojnews