Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Salek û 3 meh ceza li rojnameger Muftuoglû hat birîn

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji ber ku wêneyek di hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kiriye bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ salek û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn

Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû di sala 2014’an de têkildarî şerê li Kobanê wêneyek ji aliyê ajansa DÎHA’yê ve hatibû belavkirin, di hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kiriye, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin. Ji vê dozê heta 5 salan cezayê hepsê ji Muftuoglû re dihat xwestin. Danişîna doza Muftuoglû li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hat lidarxistin. Muftuoglû û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Hin rojnamegerân jî danişînê şopand û piştevaniya Muftuoglû kir. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.

Muftuoglû di danişînê de li dijî sûcdariyê parastina xwe kir û got ku wê bi armanca belavkirina agahiyê wî wêneyê têkildarî şerê li Kobanê belav kiriye û da zanîn ku ji ber wê agahî belav kiriye sûcên avêtine ser wê qebûl nake û xwest derbarê wê de biryara beraetê were dayîn.

Dozger biryara xwe aşkera kir û bi sûcê ‘propagandaya rêxistinê’ salek û 3 meh ceza ji Muftuoglû re xwest.

Biryarên DMME’yê bi bîr xist

Li dijî biryara dozger parêzer Resûl Tamûr parastinê kir û destnîşan kir ku wêneyê miwekîla wî belav kiriye li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) sûc nayê dîtin û xwest miwekîla wî ji dozê were beraetkirin.

Şandeya dadgehê piştî navbereke kin biryara xwe da û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ salek û 3 meh cezayê hepsê li Muftuoglû birî û biryara hikum paşê were aşkerekirin da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar