Huseyîn Aykol
Ozgur Ulke di êvara 3’yê kanûna 1994’an de hat bombekirin. Berpirsê ragihandinê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê birîndar bûn. Ya rast di rojên destpêkê de dihat zanîn bê ka kê bombekiribû lê piştî bombekirinê bi 15 rojan şûn de belgeya bi îbareya ‘veşarî’ ku tê de hatibû gotin ‘vê rojnameyê berteref bikin’ êdî her tişt aşkera kiribû. Aliyê bûyerê yê herî balkêş ew bû ku ne hêzên dewletê, rojname ya ku hatibû bombekirin wê bixwe faîlên bombekirina rojnameyê derxistibûn holê. Di belgeya ku tê de hatibû gotin ‘berteref bikin’ li binê wê belgeyê mohra serokwezîra wê demê Tansu Çiller hebû.
Kevneşopiya çapemeniya azad
Çapemeniya azad di 30 salî de bi navên cuda 52 rojname derxistin, ji 50’yî zêdetir jî şehîd dan. Navend û buroyên wê hatin bombekirin û desteserkirin. Pêyrewên ku îroj alaya wê hildane tim û tim tên darizandin û her tim cezayên girtinê li wan tên birîn. Kevneşopiya çapemeniya azad di domdariya dîroka xwe de digel berhevkirina rojnameyan, qedexekirina wan, girtina xebatkaran, kuştina belavkaran jî qet dev ji îdîaya xwe ya weşangeriyê û polîtîkaya weşanê berneda. Vê kevneşopiyê bi qasî dirêjahiya dîroka xwe bi navên cuda gelek rojnameyên baş derxist û çap kirin.
Êrîşa hemwext a li ser 3’ê buroyan
Rojnameya di navbera salên 1994-1995’an de weşan dikir a herî zêde polîtîkaya zext û sansûr lê dihat kirin Ozgur Ulke bû. Êvara 3’yê kanûnê avahiya wê ya beşa teknîkê ku li Kadirgaya Stenbolê bû, buroya navendî ya li Cagaloglu û buroya wê ya li Enqereyê di heman demê de hatin bombekirin. Erkdarê rojnamê yê ragihandinê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkar jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê wisa dihat hizirîn ku wê êdî nekaribe weşanê bike.
Sibetirê derket
Lê belê li welatê me mînakên şêwra herî xweş dereketibûn holê, kovar û rojnameyên cuda yên sosyalîst deriyên buroyên xwe li rojnameya Ozgur Ulkeyê vekirin. Rewşenbîr ên bi kompîtûrên xwe yên biçûk, xebatkarên rojnameyê yên ne li nexweşxaneyan û binçavkirî hatin gel hev û di nava çend seatan de rojname ji çapê re amade kirin. Kovarên sosyalîst û şêwirkar weşanên xwe yên wê hefteyê betal kirin û gotin “heta Ozgur Ulke bikaribe weşana xwe bike ew ê buroyên xwe wekî yên Ozgur Ulkeyê îlan bikin.”
Ev agir dê we jî bîşewitîne
Rojnameya Ozgur Ulke di 4’ê kanûna 1994’an de ku bi 4 rûpelan gîhabû bayiyan, bi manşeta “Ev agir dê we jî bîşewitîne!” rewş wiha vegotibû: “Rayedarên dewletê ji bo çareya girtina rojnameya me bibinin, bi devên xwe hedef nîşan dan û roja çarşemê di rojeva lijneya ewlekariya milî de cihê xwe girtibû. Civîna ku biryara bêdengkirina rojnameya me lê hatibû dayîn û tiştên hatibûn nîqaşkirin, bêyî ku navê rojnameyê hildin li çapemeniya giştî belav bûbû. Biryara dawî ya MGK’ê der barê rojnameya me de piştî 3 rojan derket holê û Ozgur Ulke hat bombekirin.”
Dûman bilind bûbû
Ez wê rojê jî wekî her rojê pir zû çûbûm rojnameyê. Dema ez giham wir hê jî dûman ji avahiyê diçû û xebatên agir vemirandinê didomiyan. Polîs bi erebeyên xwe ve li her hêlê hebûn û nedihiştin kes nêzî avahiyê bibe. Ez li wê parka miqabilê avahiyê ku mirovên meraqdar lê kom bûbûn geriyam lê ez li rastî tu kesê nas nehatim. “Min got ew qas binçavkirin, ew qas şehîd û me karî, em ji hemû tengiyan derbikevin lê qey vê carê bi ser ketin, qey em têk çûn.”
Gultan Kişanak geriya
Ez tavilê çûm kovara me ya HEDEF’ê, min hejmara wê rojê ya wê bidana matbaayê guherand û bombekirina Ozgur Ulkeyê da. Piştî kovarê şand matbaayê, ez difikirîm ka ez ê bi çi re mijûl bibim. Wê demê telefona berîkan jî tune bû. Ne diyar bû ez ê kê li ku bibînim. Ber bi nîvro ve telefona buroyê lê ket. Gultan Kışanak bû, ya digeriya. Got, “Zû were vê navnîşanê, em ê rojnameyê amade bikin.” Tu dibêjî qey wê rojê ez li tiştekî nefikirîm; lê roja din dema min rojnameya me ya bi çar rûpelî ji bayiyê stand, tu tiştek nikaribû hestên min pênase bike.
Hevkariyeke muezem
Piştî bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê, gelek destek hatin dayîn. Gelek heval û dostên Ozgur Ulkeyê hatin ber avahiya rojnameyê ya bi bombekirinê bû kavil ku paşê jî bû cihê rêxistina navçeya Emînonu ya AKP’ê. Rojname bi rojan, li sê-çar buroyên cuda yên kovarên sosyalîst hat derxistin. Tevî xebatkarên van kovarên sosyalîst, her roj hin kes ji bo hevkariyê dihatin van buroyan. Ez nîvê şevê diçûm buroya kovareke dost, heta sibehê dixebitîm û min rûpelên cîhanê amade dikirin.
Berteka rewşenbîran
Rewşenbîran jî li dijî bombekirina Ozgur Ulkeyê bertekên mezin nîşan dan û piştgiriya xwe aşkera kirin. Rewşenbîran berekên xwe yên li dijî bombekirina Ozgur Ulkeyê, tenê bi nivîsên xwe yên di rojnameyê de neanîn ziman, her wiha kesên mîna Orhan Pamuk, Ahmet Altan, Latife Tekin, Murathan Mungan û Leyla Mansur jî di nav de, bi sedan kes li kolana Îstiklalê rojnameya bi manşeta “Xwedî li Ulkeyê derkeve” rojname firotin. Polîsan bi gotina ‘firotina Ozgur Ulkeyê qedexe ye’ xwestin firotina rojnameyê ya rewşenbîran asteng bikin.
Civîna MGK’ê
Belge, sê roj berî bombekirinê hatibû nivîsîn. Berdevkê hikûmetê Yildirim Aktuna yê berê diktorekî navdar ê tenduristiya ruhî bû, fermana “berteraf bikin” wek fermaneke xwezayî ji xwe re kiribû erk û ji bo bombekirinê gotibû, “Em dibêjin, ji bo Tirkiyeyê bikin zorê wan xwe bombe kiriye”. Ev qas jî bêwijdan bû.
Bi bombeyan nekarîn bêndeng bikin
Piştî şewitandina rojnameya Tanê bi 50 salan, xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Ulkeyê ya bi bombekirinê xwestin wê ji holê rabikin, Hasan Kuçukoba bû. Gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê A. Baki bû. Midûrê karên nivîsê yên yekemîn Suha Demirci û Murat Saraç bû lê ji ber nekarîn weşana rojnameyê bi bombekirinê rawestînin, hewl dan bi girtinê bêdeng bikin û bi vî awayî 7 midûrên karên nivîsê yên Ozgur Ulkeyê girtin.
Ji 247 hejmarên hatin derxistin, ji bo 220 hejmaran biryara danehevê hat dayîn. Dîtin ku danehev û girtina midûrên karên nivîsê bi kêr nayên, bi bombekirinê xwestin bi tevahî bêdeng bikin. Lê belê piştî ku rojname her tim weşan xwe berdewam kir, vê carê jî roja 2’yê sibata 1995’an –yanî hê saleke wê neqediyabû- Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Stenbolê bi îdiaya ‘berdewama Ozgur Gundemê’ ye rojname girt. Kevnoşopiya Çapemeniya Azad xwendevanên xwe bêrojname nehişt û 13’ê nîsana 1995’an dest bi weşandina Yeni Polîtîkayê kir.
Weşanên Belgeyê jî hatibû bombekirin
Ji bilî navenda rojnameya me Ozgur Uleke ya li Kadirgaya Stenbolê, buroya me ya Stenbolê jî hebû. Ev buro ku ji dema rojnameya Ulkeyê mabû, li xana Talasa Çagaloglu bû. Ji her sê cihên hatibûn bombekirin yek jê jî ev buro bû. Weşanên belgeyê jî di odeyeke kata binî de dima. Hinekan odeya vala ya li kêleka belgeyê kirê kiribû û çend rojan kolabûn û tiştek kiribûnê. Buroya me hilweşiyabû, Belge ya li kêleka odeya bombe lê bicihkiribû tarûmar bûbû. Ji ber ku hedefa sereke ya kesên bombe kiribûn Ozgur Ulke bû, ji bo bala raya giştî belav nebe rayedarên Belgeyê di wan rojan de behsa rewşa xwe nekirin.
Lê belê weşanên Belgeyê ji aliyekî ve hewl dida texrîbatên di encama bombekirinê de derketî holê sivik bike, ji aliyê dî ve doza tazmînatê li dewletê vekir, xwest ji qanûna bacê muaf bê hiştin û pênc salan bac neda dewletê. Yanî bi awayekî çalakiya sivîl a bêîtaetiyê kirin. Ji ber ku bombekirina dewletê ya li ser Ozgur Ulkeyê îfşa bûbû, dewlet bi ser weşanên Belgeyê de neçû. Di encamê de ji efûya bacê sûd wergirtin. Deynê wan ê bacê bi daxistina bacî kêm bû û her wiha bi qezenca pereyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û bi tazmînata ku ji dewletê girtibûn pê deynê xwe dan. Di vê navberê de doza ji bo zirar û ziyana madî ku li dadgeha îdarî hatibû vekirin jî bi erênî encam bûbû.