PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Tirkiye çeteyên xwe ji bo şandina Keşmîrê amade dike

Dewleta tirk, piştî Qerebax û şûnde çeteyên Sûriyeyê amade dike ku bişîne Kemîrê ku li gel Pakistanê li dijî Hindistanê bide şerkirin

Dewleta tirk piştî Lîbya, Azerbeycan, Qerebax, Yemen û başûrê Kurdistanê niha jî ji bo li dijî Hindistanê şer bikin çeteyan amade dike ku bişîne Keşmîr a niha statûya wê di nava gotûbêjê de ye.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANF’ê ji çavkaniyên xwecihî girtî, ji çeteyên ku di bin sêwana Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (AMS) de ye serçeteyê Tûgayên Suleyman Şah Ebû Emşa berî 5 rojan ji bo çeteyên Efrîn û Şiyeyê ragihandiye ku dewleta tirk xwestiye teqwiyeyî Keşmîrê bikin.

Serçete Ebû Emşa diyar kir ku piştre serpelên tirk wê ji serçeteyên komên din wê navê çeteyên ku dixwazin biçin Keşmîrê bixwazin.

Ebû Emşa anî ziman ku çeteyên girêdayî wî yên biçin wê taybet biçin, dê 2 hezar dolar li wan bê dayîn. Ebû Emşa ji bo çeteyên li Şiyê jî ragihandiye ku Keşmîr jî mîna Qerebaxê herêmeke çiyayî ye.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ev xebata dewleta tirk demekî kin li Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn û Îdlibê birêve biriye, çeteyên biçin navê wan hatiye amadekirin û hatine hilbijartin wê veşarî bê derbaskirin.

Dewleta tirk di mijara Keşmîrê ya di navbera Pakistan û Hindistanê de wê li gel Pakistanê cih bigire. Pakistanê di êrîşên dagirkeriyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de li gel Tirkiyeyê cih girtibû. Ajansa Anadolû (AA) ya fermî a dewleta tirk nûçeyên mîna mijara Keşmîr a li navbera du welatan mîna pirsgirêka Qerebaxê ye nûçe servîs dikin.

Pirsgirêka Keşmîr

Sewqkirina çeteyan a dewleta tirk a ji bo Keşmîrê di demekê de ye ku di navbera Pakistan û Hindistanê de nakokî zêde dibe ye. Di 13’yê mijdarê de her du welatan li pêşberî hev li herêma Keşmîrê hev dabûn ber topan. Di vê êrîşê de bi kêmanî 13 kes hatibûn kuştin, bi dehan jî birîndar bûbûn. Şer û bomberdûman li Azad Keşmîr (Pakistan) û Cammû Keşmîr (Hindistan) li xeta 740 kîlometre xeta petrolê qewimî bû. Berî 5 rojan li vê xetê 3 leşkerên hindî û 3 serhildêr li ser vê xetê di şer de hatibûn kuştin.

Keşmîr di navbera Hindistan û Pakistanê de ji serxwebûna sala 1947’an û vir ve hatiye parçekirin. Nelihevkirina li ser Kaşmîrê ji wê dîrokê û vir ve dewam dike û yek ji 3 şerê herî mezin ên di nava her du welatan de qewimiye du jî li ser vê bû. Her du welat jî dixwazin kontrola Hîmalayan bi temamî bixin destê xwe. Hindistan a piranî misilman in, zêdetirî 30 sal in, li dijî Kaşmîriyên ku têkoşîna serbixwebûnê dikin şer dike. Piranî sivîl bi deh hezaran kes ji ber vî şerî mirin.

Tirkiye li Pakistanê aktif dibe

Di nava salên dawî de têkiliyên di navbera Tirkiye-Pakistanê de xurt dibe. Li dijî Fransa ya bûye hedefa êrîşên cîhadî Pakistan, Tirkiye û Qeter li heman eniyê ne. Her wiha Pakistan, Tirkiye û Malezya di îlona 2019’an de li ser mijara ‘Li dijî îslamfobiyê têkoşîna kurewî’ li hev kirin û bi rêya televîzyonekê biryara xwe aşkera kiribûn. Wezîrê Karê Peywendiyan ê tirk Fahrettîn Altûn di daxuyaniya meha sibatê dabû, diyar kiribû ku lihevkirina bazirganî ya Tirkiye-Pakistanê heta sala 2013’yan wê bigihêje 5 milyar dolar, destnîşan kiribû ku hedefa wan bihêzkirina aborî ye. Altûn dabû xuyakirin ku di warê parastin û enerjiyê de jî di nav de li ser gelek mijaran li hev kirine.

Her wiha dewleta tirk bi armanca naskirina parçeyê Bakurê Qirbrisê ya ku dagirkiriye li Pakistan û Bangledaşê jî aktîf bûye. Di meha mijdarê de medyaya girêdayî rejîma Erdogan diyar kiribû ku ‘Piştî serketina li Qerebaxê û şûnde’, li Bakurê Qibris a Komara Tirkiyeyê (KKTC) ‘wê ji aliyê welatên cîran ve bê nasîn’ parvekiribûn. QAMIŞLO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar