Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Armanca kampanyayê şikandina tecrîd li ser Ocalan e

Endamên Meclisa Ciwnan anîn ziman ku rojeve sereke ya kampanyaya ‘Tevbigere’ ku 5 meh li dû xwe hiştin, şikandina tecrîda li ser Ocalan e

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 22’yê tîrmehê de kampanyaya ‘Tevbigere’ dabû destpêkirin. Kampanyaya navbirî bênavber didome. Armanca sereke ya kampnayayê şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Endamên meclisê derbarê kampanyayê de axivîn.

Pasîfîzekirina ciwanan

Mahmût Unal diyar kir ku dixwazin qada liv û tevgera ciwan teng bikin, ciwan tên pasîfîzekirin û wiha got: “Lewma me jî kampanyaya ‘Tevbigere’ da destpêkirin da ku em ciwan li dijî polîtîkaya fuhûş, tiryak û bişaftinê ya bi destê dewletê tê kirin, rabin û tevbigerin. Çi li Kurdistanê, çi li Tirkiyeyê ciwan ji çand û urf û edetên xwe tên dûrxistin.”

Unal bi bîr xist ku di 5 mehên kampanyayê de çalakiyên wekî geşt, panel, meş, sohbet û atolyeyên nîqaşkirinê li dar xistine, belavok belav kirine û ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya şerê derûnî ya dijî ciwanan tê kirin gihaştiye asta herî jor. Îro li hemû kuçe û kolanên Kurdistanê ciwan daxilî nav fuhûş û tiryakê tên kirin. Ev jî bi destê dewletê tê kirin. Armanca me ew e ku em pêşî li ber vê yekê bigirin.”

Şikandina tecrîdê hilweşandina faşîzmê

Di axaftina xwe de Unal diyar kir ku armanceke sereke ya kampanyayê jî şikandina tecrîda li ser Ocalan û zext û zoriyên li girtîgehan e. Unal destnîşan kirku di çalakiyên xwe yên dawî de bal kişandine ser vê yekê û di çarçoveya ‘Şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê’ de belavok belav kirine, pankart daliqandin û wê ji niha pê ve jî ji bo vê yekê bitêkoşin û wiha domand: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li ser gelê kurd û gelên Rojhlata Navîn hemûyan tê kirin. Şikandina tecrîda li ser Ocalan, berterefkirina tecrîda li ser gelan e.”

Ciwan vedigerin cewhera xwe

Unal destnîşan kir ku çalakiyên kirin bi astengî û zextan re rû bi rû mane lê belê cardin jî ciwan daxilî nav kampanyayê bûne û wiha got: “Ciwanên ku pergal dixwaze wan pasîfîze bike, bitepisîne û bê liv û tevger bihêle, van polîtîkayên çewsîner qebûl nakin. Me xwe gihand bi sedan ciwanan. Me dît ku pir bi xwe bawer in. Lewra ciwanên ziman û çanda wan hatiye bişaftin bi van çalakiyan vedigerin cewhera xwe. Lewma em ê hîn bêtir têbikoşin.”

Bandora kampanyayê

Her wiha endama meclise Evîn Elîtaş jî bal kişand ser apolîtîzekirina ciwanan û anî ziman ku li dijî vê yekê divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û serwxt bibin û wiha got: “Derdora herî dînamîk û bihêz ciwan in. Armanca me em vê pergala ku dewlet li me ferz dike red bikin û ciwanên bixwe bawer û bi kêrî civakê bên biafirînin. Em bi girseyeke ciwanan ku dixwazin jiyaneke xweşik ava bikin re rû bi rû man. Kampanya bû cihê bandorên erênî.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar