Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ku bajarê Efrînê dagir kirine, ji 18`ê Adara 2018`an de wêrankirina xwezaya Efrînê dewam dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê birîna û rakirina 7 hezar darên zeytûnan li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera di Mijdara borî de, belge kir.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê Mijdara borî de 350 darên zeytûnan ên gundê Qizil Paşa yê navçeya Bilbilê birin.
Li gorî daneyên nefermî, ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve 280 hezar dar hatine birin. ŞEHBA