Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirkiye li Somaliyê jî tengav dibe

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Piştî li ewqas deveran ne gihişt xeyalên xwe Tirkiye, tenê li Somalî hinek bi hêvî bû. Bêgûman ne hêviyek sivik bû, ji ber ku Somalî xwedî petroleke zêde ye.

Helbet ewqas dewletên ji Tirkiyeyê zîrektir, bi hêztir û nêziktir hebin, ma gelo vê devera ewqas xwedî petrol ji Tirkiyeyê re berdin? Erê berê cîranê Somalî, Omer Beşîrê sûdanî hebû û Girava Sevakinê jî diyarî R.Erdogan kiribû. Lê weke tê zanîn ew ‚dostê stratejîk‘ ê R.Erdogan derbe xwar û niha di zindanê de ye.

Wisa diyar dibe, weke yekî biçe tiliya xwe bixe kuna moza sor, R.Erdogan çû bela xwe firot Sisi! Li gelek deveran li dijî plan û projeyên wî astengên giran desri dixe pêş.

Li Lîbyayê nehişt ew bi serkeve. Li deryaya Spî, li dijî lêgera wî ya gazê û hwd. planên wî kete nava tevgerek berfireh. Li gel Qibris û Yewnenistanê peymanên girîng çêkir.

Her wiha li deryaya Reş, li gel Rûsyayê tifaq danî û di 18‘ê cotmehê de tetbîqatek demdirêj pêk anîn.

Li dijî Tirkiyeyê, Misir, Yewnenistan, Qibris, Fransa û Yekitiya Emîrên Ereban bi hev re daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

Misrê û Sûdanê bi hev re, di 15‘ê mijdarê de, bi navê Qertelên Nîlê tetbîqatek hewayî ya balkêş pêk anîn.

Misir bi Almanyayê re, di 2‘yê mijdarê de peymanek bazirganiya çekên leşkerî îmze kirin.

Bi van tifaq û peyman û hewldanên dîplomasî hemû ranewestiyan, niha jî bi Îsraîl û Sûdanê re tifaqek sêqolî, bi navê Hevalbendiya Deryaya Sor ava kirin. Erebistana Siûdî jî destekê dide vê tifaqa Misir-Îsraîl-Sûdanê.

Ka em vegerin Somalî û bala xwe bidin hinek amadekariyên girîng ên Tirkiyeyê yên li wir.

Ji bo li Somalî bibe xwediyê desthilatiyek mezin, gavên giran avêtiye. Di destpêka di meha mijdarê de, 2.4 milyon dolar deynê Somalî yê IMF’ê daye. Li navenda Mogadişu, baregehek leşkerî ya ji bo perwerdeyê damezrandiye. Baregeha leşkerî ya derveyî Tirikiyeyê ya herî mezin ev baregeh e. Bi kurtasî xwestiye û dixwaze tola Sûdanê û Lîbyayê li vir bigire.

Lê wisa tê xuyakirin, ev miradê wî di qirika wî de dimîne. Ji ber ku li derve bi giştî halê wî têk diçe û bi taybetî jî li vir, ku girîngiyek mezin dide ser vir, Misir, Îsraîl û hwd. vê nêçîrê ji Tirkiyeyê re bernadin. Hema diyar dibe, ji bo bersiva vê baregeha mezin a Tirkiyeyê, Misir jî li bajarê Bereniceyê ya li qiraxa deryaya Sor, baregehek leşkerî ji ya Tirkiyeyê mezintir ava kiriye. Dibêjin ev baregeha herî mezin a Afrîkayê ye.

Tê xuyakirin ku Tirkiye ji her çar aliyan ve û bi taybetî ji aliyê hemû deryayan ve hatiye dorpêçkirin; li deryaya Spî, deryaya Reş, deryaya Ege û herî dawî jî li deryaya Sor!

“Dostê” R.Erdogan, tenê Qeter maye! Lê Qeter jî diyar dibe ku tiştekî belaş nade wî. Erê berî çend rojan dîsa destbrakê xwe; Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hamed El Sanî vexwendibû cem xwe û bi şovek mezin, gelek peymanên bazirganî îmzekirin. Lê li gorî saloxan, li ser vê bazirganiyê R. Erdogan rexneyên giran xwar; dibêjin “te nîvî Tirkiyeyê, derdorê Qenal Stenbolê û heta arteş û hwd.jî firotiye!“

Mixabin, li ku derê derbe bixwe, ew jî weke tolê ji kurdan bistîne, vedigere derbê li kurdan dide. Li Bakur, dîsa dest bi lêdan û girtinên berfireh kiriye. Her wiha gefan li Rojava dixwe û topbaranê xwe didomîne. Li ser wê plan-peyman-fermana xwe ya Şingalê bi israr e. Dixwaze hêj Trump, desthilatî radestî Biden nekiriye, di vê navberê de hinek derbeyên mezin li Tevgera Azadiya Kurdan bixe.

Li gorî tê dîtin, ew plana wî weke ku dixwaze nameşe. Li Şingalê, gel berxwedanek hêja nîşan da û ew hêzên Bexdayê dan rawestandin. Hem hêzên Hewlêrê û hem hêzên Bexdayê niha ji neçarî nikarin gavan bi pêşve biavêjin.

Niha bi giştî berxwedanek hêja ya gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê heye. Bêguman divê bi vêna tenê kes qîma xwe neyne, divê berxwedan her berdewam be ta ku ev êrîşên faşîzan û dagirkerî were rawestandin û şikandin.

Helbet ê ku bi bingehîn vê desthilatiya zalim a R.Erdogan birûxîne, ew ê ne siyaset û hewldanên derve be, ew ê berxwedana gel be.

Nûçeyên Têkildar