Piştî peymana navbera Bexda û Hewlêrê, gengeşiya li ser Şengalê didomin. Piraniya şengaliyan li ser pêyan e û berteka li wê peymana ku bêyî îradeya wan ketiye meriyetê, nîşan didin.
Wekî tê zanîn gelê Şengalê di 1’ê kanûnê de bi girseyî daketin qadan. Piştî vê helwestê hêzên Iraqê gavek bi paşve avêtin. Ango lihevhatinek demî çêbû.
Lê bi qenaata giştî ev taktîk e. Hikûmeta Iraqê, dixwaze şengaliyan qanî bike û wan bêrêvebir gor rê û rêbazên li peymana heyî hatiye nivîsîn bikişîne nav hêzên hikûmetê. PDK jî piştgirî dide vê helwesta hikûmeta Iraqê. Ango her du alî jî bêyî ku mesele di qada navnetewî û beşên din a Kurdistanê de belav bibe, dixwazin her tişt li gor dilê xwe û bêbeng birêve bibin. Her wiha naxwazin rê li xweseriya Şengalê jî vekin.
Sedemên vê yekê aşkera ne.
Hikûmeta Iraqê lawaz e û peymana heyî bi zexta Amerîkayê bi rê ve dibe. PDK, bi navê hikûmetê tevdigere lê ji gengeşiyên parlamento û aliyên din a hikûmetê jî diyar e ku di vê peymanê de tena serê xwe ye. Ev jî bi me nîşan dide ku her dû aliyên ku dixwazin peymana Şengalê bixin meriyetê, ne bi serê xwe ne û bi gor planên hinekan tevdigerin. Bêgûman, plana heyî jî bi gor berjewendiya xwe dibînin.
Plan jî aşkera ye. Di serî de plana Amerîkayê ye û ew jî zêdetir bi gor dilê dewleta tirk tevdigere. Ji ber ku berjewendiya xwe ji dewleta tirk heye. Hesaba pêşerojê dike. Bi taybet jî hesaba li hember Îranê dike. Naxwaze, dewleta tirk û hikûmeta heyî ya Iraqê ji wan dûr bisekine da ku bikaribe wan di pêşerojê de li hember planên Îranê bikar bîne.
Her çi qas serkêşiya planê Amerîka bike, dîsa jî ev plan, bi dilê dewleta tirk e. Bi rêya vê planê destkeftiyên kurda hildiweşînin û berêve li çar beşên Kurdistanê bi cî dibin. Siberoj li Îranê jî aloziyek derkeve, ew ê li wê derê jî bi taybet li hember destekeftiyên kurda tevbigerin.
Ango tiştê ku dewleta tirk nedikarî bû di xewna xwe de bibîne, niha wekî derfet derdikevin pêşberî wê.
Belê, Îran jî û hemû dewletên dagirker ên Rojhilata Navîn jî ferqa xwe ji hev tune ne. Yeko yeko neyarê kurda ne, naxwazin yek destkeftiyek kurda hebin. Ev rewş aşkera ye. Wê demê hewce nîne ku Îran jî tê de, kurd bibin lîstokên dewletên dagirker. Ji bo wê jî pêwîstî lihevkirina navxweyî ya hêzên sereke ya kurdan, bi taybet jî lihevkirina PKK û PDK’ê heye.
Mixabin, ev bi hêsanî cî nayê.
Îro xetere, ji hemû deman zêdetir e.
Têkiliyên dewleta tirk a li gel PDK’ê gelek xurt e û hin berjewendiyên wan ketine nav hev. Her wiha, hêzên çekdar ên kurdan bêyî di navberê de lihevhatinek hebe li gelek deveran pir nêzî hev in. Li Şengalê jî hêzên kurdên êzîdî û yên rojavayî, bi hêzên artêşa Iraqê re hema bêjin bi metreyan ji hev dûr in.
Eger yek gule li van dera bi şaşî jî biteqe dibe ku ew gule bibe sedema şerekî mezin.
Her wiha ji Îranê bigire heta dewleta tirk û yên din, ango dewletên dagirker ên herêmê jî dikarin ji bo ku kurd bihevkevin provokasyonan pêk bînin.
Di siyaseta Rojhilata Navîn de, bi taybet li hember kurdan û têkiliyên li gel PKK’ê ew ê rayedariya heyama Joe Bidenê helwestek çawa bigire em nizanin. Lê em dizanin, ew ê di radeya axirîn de tercîha xwe li alî Iraq û Tirkiyeyê deyne.
Ev helwest û rewşa heyî, aloziyê mezin, xetereyê jî zêde dike.
Çare heye!
Eger kurd hevdîtînên rasterast pêk bînin û têkiliyên navnetewî û navxweyî jî tê de, bikaribin bi hevre ji bo berjewendiya kurdan tevbigerin, ew ê gelek tişt biguherin.
Zor e, zanim. Lê ev şans heye.
Raya giştî ya kurdan û dostên kurdan, dikarin bandora xwe zêde bikin û rêya lihevkirinê xurt bikin.