Hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, leşker û gardiyanan di rojên derbas bûyî de, bi ser hucreya yekkesî ya ku girtî Serhat Karsû têde bû ye girtine. Karsû di hevdîtina telefonê ya di 2’yê kanûnê de bi malbata xwe re kir de, tiştên jiyan vegotin.
Karsû, derbarê serdegirtina hucreya xwe de ev agahî bi malbatê re parve kirin: “Bi awayekê keyfî bi ser hucreya min de girtin. Dest danîn ser pirtûk, kovar, defter, mase, televîzyon û radyoya min. Li hemberî vê neheqiyê min bi wan re nîqaş kir. Gardiyanan li ser vê yekê ez derp kirim û heqaret li min kirin. Binê pêlava min jêkirin û wisan dan min. Ji ber ku dest danîn ser maseya min, ez niha li erdê xwarinê dixwim.” AMED