Navenda Nûçeyan
Guterres hişyariya ger dewletan ji bo xwezayê nekeve nav tevgerê dê piştî demeke dereng bibe da.
Ev xwekuji ye
Di axaftina xwe de Guterres bal kişand ser texrîbatên ku mirovahî di xwezayê de pêk anîne û wiha got: “Xweza li hember van hilweşîna bêdeng namîne û niha jî xweza bihêrs bersiv dide. Pircûreyiya zindewaran çiqas diçe kêmtir dibe. Milyonek cure candar li ber tunebûnê ne.”
Guterres got ku qirêjiya hewa û avê her sal neh milyon mirovan dikuje û destnîşan kir ku bandora qirêjiya heyî ji vîrûsa koronayê 6 qat zêdetir e û ev tişt anî ziman: “Heya texrîpkirina qada ajalan hebe dê em ê rastî gelek nexweşiyên ku ji ajalan derbasî mirovan dibe bên.”
Guterres diyar kir ku polîtîkayên avhewayiyên niha nikarin li hember hilweşîna xweza yê bibe bersiv.
Sê xalên sereke
Guterres ji bo guhertina awhewayê pêşniyara sê xalên sereke kir. Yekem, di nav 30 salên di pêşiya me de gihiştina notrbûna karbonê. A duyem li hember germbûna kurewî piştgiriya peymana Parîs ya bi xala xistina gerbûnê û ya sêyemîn jî ji bo însan li ber guhertina avhawayê jiyana xwe ava bikin û bikaribin li ber guhertinan li ber xwe bidin, hewldan û aborî divê.