Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Nimûneya artêşbûna jinên kurd li cîhanê yegane ye

Kurdistan yegane welat e ku jin artêşa xwe bi awayeke xweser û azad ava dikin, berpirsyariyên paye bilind ên artêşê digirin ser milê xwe û di eniyên pêş ên şer de bi awayeke çalak cih digirin

Navenda Nûçeyan 

Li cîhanê cih girtina jinan di nava artêşan de nû nîne. Di demên şeran de jin bi beşdariya xwe ya di nava şer de û israra xwe ya ji bo parastina welat, bûne sedem ku di hemû artêşên cîhanê de qismî jî be cih bigirin. Ev jî dikare weke destkeftiyeke têkoşîna hevpar û yekgirtî ya jinan were destgirtin. Lê tevî ku dîroka cih girtina jinan di nava şer û artêşê de kevne jî heya niha jin nekarîne li cîhanê bibin artêşên xweser ên ji bo parastina welat û jinan. Zêdetir bûne pêveka sîstema desthilatdariya mêr û dewletê. Ji bilî Kurdistanê, rêjeya herî bilind a jinê di nava artêşên cîhanê de Îsraîl û Nepal e. Li Îsraîlê çûyîna leşkerî mîna zilaman ji bo jinan jî mecbûriye. Jin di navbera temenê 18-26 de ger sedemeke wê ya bihêz nebe, divê biçe leşkeriyê û 2 salan di nava artêşê de bimîne.

Di roja îro de li gelek welatan jin di nava hêzên hewayî, bejahî, behrê û hwd. de cih digirin. Lê kêm welat destûr didin jin bi awayeke çalak di nava eniyên pêş ên şer de cih bigirin. Hinek welatên ku destûr didin jin rasterast tev li şer bibin Newzeland, Kanada, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Norwêç, Îsraîl, Swîstre û Pakistan e. Her wiha jinên pakistanî jî yek ji welatên ku girîngî bi hebûna jin di nava leşkerî de dide ye. Ancax tevî vê yekê jî nekarîne ji bûyîna pêveka zilam rizgar bibin, ji bo berjewendiyên jinan xwe bi awayeke taybet rêxistin bikin û bibin îrade. Nekarîne di nava artêşan de li dijî çanda tundiya mêrsalar û dewletê têkoşîneke cidî ya wan neçarê guhertinê bike, bidin. Lê dema em tên Kurdistanê ev rewş tê guhertin û jin bi hebûna xwe ya di nava artêşê de şikestinê di eqliyeta mêrsalar de çêdike.

Kurdistan yekem welate ku rêjeya herî bilind a gerîla, şervan û pêşmergeyên xwe yên jin heye

Ji ber êrîşên dagirkeran di dîrokê de kurd timî li berxwedane û bi berxwedanê karîne hebûna xwe bidomînin. Yên herî zêde ji şeran zirer dîtine jî ji ber jin bûne, ji bo parastina xwe û parastina welat timî di şeran de roleke pêşeng lîstine. Bi sedan nimûneyên bi vî awayî li çar parçeyên Kurdistanê hene; Deyfe Xatûn, Fate Reş, Zerîfe, Besê, Qedemxêr, Adîlexan û Leyla Qasim tenê çend nimûneyên tên zanîn û hatine bihîstinin.

Jinên kurd ji nîva sedsala 20’an û vir ve bi rêbazên cuda di nava şerên parastinê de cih girtine, di roja îro de jî ev hafizeya xwe ya dîrokî bi sazûmanî kirine û artêşa xwe ava kirine. Jinên kurd ji bo du armancên sereke artêşa xwe avakirine. Ya yekemîn weke pîvaneke welatparêziyê ya sereke parastina xak, welat, ziman û çandê, ya duyemîn li dijî zihniyeta desthilatdar û çanda tundiya mêr û dewletê, xwe bi çek kiriye û parastina rewa ya jinan dikin.

Bi vê mebestê di nîva sedsala 20’an de jin di nava partiyên kurd ên başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê de cih girtine. Her çend ciheke girîng û xweser ji jinan re ne hatibe veqetandin jî, hejmareke diyar a pêşmergeyên jin li Başûr di nava PDK û YNK’ê de, li Rojhilat jî di nava HDK û HDK-Î, Komeleya Komînîstên Kurdistanê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê û PAK de cih girtine. Ancax nekarîne di nava partiyan de xwe bi awayeke xweser rêxistin bikin û ji bûyîna pêveka mêr xilas bibin.

Bingehê artêşbûna jin bi PKK’ê re hat avêtin

Bi awayeke herî rêxistinkirî û xweser bingehê artêşabûna jinê bi derketina PKK’ê re tê avêtin. PKK di sala 1978’an de li gundê Fîsê yê Lîceya Amedê hate damezrandin. Di damezrandina PKK’ê de Sakîne Cansiz û Kesîre Yildirim cih digirin. Beşdarbûna jinan a ji damezrandina PKK’ê re ji bo jinên kurd dibe destpêka serdemeke nû ya zêrîn.

Jin ji dema şerê çekdarî ya PKK’ê heya niha cihê xwe di navê de digirin. Di komên destpêkê yên derketin çiyayên Kurdistanê de cih girtine û niha hejmara wan gihîştiye bi hezaran. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd dane. Weke şehîda yekemîn a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Besê Anûş tê zanîn. Lê weke şehîda fermandar a gerîla ya yekemîn jî Xanim Yaverkaya tê zanîn. Jin ji salên 1980’an heya sala 1993’yan hem di nava şer de cih digirin, hem jî di kademeyên cûda de fermandariya şer dikin. Piştî Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di sala 1992’yan de li Xakûrkê di şerê xiyanetê de li dijî teslîmiyetê çalakî kir û gihîşt şahadetê, hîmê artêşbûna jin a di nava PKK’ê de tê avêtin. Salek piştî şahedetê wê, di sala 1993’yan gav ber bi artêşbûna jin ve tê avêtin. Ji wê demê ve yekîne, tabûrên xweser ên jinan çê dibin. Jin dikarin di asta jor de fermandariya şer bikin.

Yekîneyên Jinên Azad a Star (YJA-Star)

Di sala 2003’yan de dema Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) navê xwe weke HPG guhert, piştî wê di nava heman salê de hêzên gerîlayên jin navê YJA-Star li xwe dikin û damezrandina xwe radigihînin.

Bi hezaran gerîlayên YJA-Starê hene û biryargeha wê ya navendî û xweser heye. Li gel yekîne û akademiyên leşkerî yên xweser ên YJA-Starê di heman demê de gerîlayên jin, ji bo di nava HPG’ê de cih bigirin jî perwerde dike û fermandarên nû ji bo hêzên hevpar ên gerîla digihîne.

Gerîlayên YJA-Starê di heman demê de di nava Hêzên Taybet ên PKK’ê de jî cih digirin. Hêjmara wan jî digihije hezaran ku bi awayeke profesyonel û pir alî hatine perwerdekirin. Di nava hêzên taybet de jî xweseriya xwe diparêzin.

Gerîlayên YJA-Starê li seranserê çiyayên bakur û başûrê Kurdistanê hene. Li başûrê Kurdistanê li dijî dewlet û hêzên dagirker têdikoşin. Li bakurê Kurdistanê jî ji bo bidestxistina mafên sereke yên gelê kurd û jinan li seranserê çiyayên bakurê Kurdistanê şerê parastinê dikin.

Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (TŞYJ)

Li Tirkiyeyê Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan jî li çiyayên Bakur û Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî û propangaya çekdarî dikin. Jinên ji gelek partiyên çep ên partiyên Tirkiyeyê û beşek jinên di nava Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) di navê de cih digirin. Hem li çiyayên Tirkiye û Kurdistanê, hem jî li nava bajarên Tirkiyeyê çalakî dikin. Çalakiyên wan li dijî navendên leşkerî yên artêşa tirk, navendên sereke yên qirkirina gelên Tirkiyeyê û jinan tên lidarxistin.

Yekîneyên Parastina Sivîlan-Jin (YPS-Jin)

Yekîneyên Parastina Sivîlan YPS-Jin weke baskê YPS’ê di dema berxwedana xweseriyê ya bakurê Kurdistanê de, sala 2016’an de li bajarên bakurê Kurdistanê ji bo parastina gel û jinan tê damezrandin. Bi sedan endamên YPS-Jinê li bajarên Bakur hene. Çalakiyan li dijî navendên artêşa tirk ên di nava bajaran de, navendên îstîxbarat, fihûş, tiryak û tetîkkêşên dewletê û mêr dikin.

Pêşmergeyên jin ên Rojhilat

Ji dema avabûna partiyên rojhilatê Kurdistanê ku ji dema avabûna Komara Mahabadê heya niha tê jin jî di nava Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Hizba Demokrata Kurdistan-Îran, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran, Komeleya Şoreşgerên Kurdistana-Îran, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana-Îran û PAK’ê de cih girtine. Pêşmergeyên jin heya niha nekarîne sîstemek xweser a serbixwe ji bo xwe ava bikin jî lê di nava xebatên propagandaya çekdarî de cih girtine.

Hêzên Parastina Jin (Rojhilat)

Ji sala 2006’an ve hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê bi awayeke artêş ava bûye. Piştî avabûna Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK), HJRK jî weke baskê wê yê jinan xwe rêxistin kir. Di sala 2014’an de jî li gel HRK, HJRK jî navê xwe guhert û kir HPJ.

HPJ jî xwe li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê rêxistin dike û li ser esasê parastina hemû jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe rêxistin dike.

Bi hezaran gerîlayên HPJ’ê li çiyayên rojhilatê Kurdistanê hene. Di nava refên YRK’ê de jî gerîlayên HPJ’ê cih digirin û di asta fermandariyê de jî parastina Rojhilat dikin. Di nava refên HPJ’ê de ne tenê jinên kurd, jinên fars, ecem û ji neteweyên din jî hene.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ-Rojava)

Piştî aloziya li Sûriyeyê destpê kir û gelê Rojava li dijî hebûna rejîmê ya li Kurdistanê rabûn, hêzên rejîmê ji Rojava vekişiyan. Li gel aloziyan komên çete yên ji aliyê dewletên herêmî û hêzên cîhanî ve dihatin destekkirin, berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Li ser pêwîstiyan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di sala 2012’yan de hate avakirin. Piştî wê salekî jinên rojavayê Kurdistanê jî tev li YPG’ê bûn û di sala 2013’yan de YPJ’ê damezrandin.

Şervanên YPJ’ê li seranserê bajarên rojavayê Kurdistanê hene û di şerê dijî DAIŞ’ê de bi awayeke çalak cih digirin. YPJ di berxwedana Serdemê ya Efrînê ya dijî dagirkeriya tirk û li Serêkaniyê, Girê Spî jî cih girt. Li gorî çavkaniyên rojavayê Kurdistanê di dawiya sala 2014’an de nêzî 7 hezar jin di nava refên YPJ’ê de cih digirtin. Heya sala 2018’an hêjmara wan gihîştiye 24 hezar jin. Sedî 45-49’ê YPG’ê ji jinên şervan pêk tên.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)

Piştî di sala 2018’an de Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, Hêzên Rizgar Efrînê (HRE) ava bû. Ev hêz zêdetir ji ciwanên Efrînê û rojavayê Kurdistanê pêk tên. Di nava HRE’ê de jî jin hene û bi awayeke bi hêz di nava çalakiyên li Efrînê yên dijî dagirkeran de cih digirin.

Asayîşa Jinên Rojavayê Kurdistanê

Asayîşa Jinên Rojavayê Kurdistanê jî li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyeyê hene. Asayîşa jinên Rojava jî bi destpêkirina şoreşê re heye û 8 sal in heye. Tev li operasyonên nava bajêr, lêgerîn, girtin û hemû operasyonên taybet dibin.

Hêzên Parastina Cewherî yên Jinan

Hêzên Parastina Cewherî yên Jinên Rojavayê Kurdistanê taybet hatiye avakirin ji bo parastina jinan ji tundiya mêr û hemû êrîşan. Bi hezaran endamên vê hêzê hene û li hemû tax û kolanên bajarên Rojava hene. Weke hêzên parastina ewlekariya navxweyî ya bajêr jî dixebitin. Parastina xwepêşdan û karên komî yên li nava bajêr bên lidarxistin jî dikin.

Hêzên Dijî Teror

Jinên herî profesyonel ên di nava YPG-YPJ’ê de di nava hêzên dijî terorê de cih digirin. Weke hêza taybet a Rojava rol dilîze. Di nava hêzên dijî terorê de jî hêjmareke zêde jin cih digirin.

Erka xweparastinê

Hemû ciwanên (mêr) rojavayê Kurdistanê mecbûre vê erka xwe ya parastinê ji bo çend mehan pêk bîne. Ji bo jinan ev pîvan hatiye nermkirin, li ser daxwazê hatiye hiştin. Jinên ciwan ên temenê wan digihije, ger bixwaze dikare tev li Erka Xweparastinê bibe.

Di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hene jî cih digirin. Ne tenê jinên kurd, jinên ereb, asûrî, ermenî û ji neteweyên din jî di navê de cih digirin. Jinên di nava HSD’ê de di hemû şeran de cih digirin û di asta jor de fermandariya şer û operasyonan dikin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) piştî di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir û hewl da ji qirkirinê derbas bike, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava bû. Di nava YBŞ’ê de jin jî cih girtin. Jinên êzidî yên tev li YBŞ’ê bibûn, xwe weke Yekîneyên Jinên Êzîdî rêxistinkiribû, piştî demek kurt navê xwe weke Yekîneyên Jinên Şengalê guhert.

Asayîşa Jinên Şengalê jî di sala 2019’an de li Xanesorê hate hate damezrandin. Hêjmara asayîşa jinên Şengalê niha kêm jî be, li gelek deverên Şengalê xebatên xwe birêve dibe.

Her wiha hejmareke diyar a jinên êzidî di nava hêzên taybet ên Şengalê de cih digirin û bi awayeke profesyonel perwerde dibînin.

Fewca Jinan (Başûr)

Fewca jinên pêşmerge ku ji 400 kesî pêk tê, di sala 1996’an de hate avakirin û ser bi hêza 70 a Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her wiha fewca pêşmergeyên jin ên ser bi hêza 80’ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hene.

Ji sala 2003’yan ve jî jin bi awayeke gelek çalak nebe jî, di nava asayîşa Herêma Kurdistanê û Polîsên Trafîkê de cih digirin.

Jinên başûrê Kurdistanê hejmareke ne zêde be jî di nava ‘Hêzên Dijî Terorê’ de cih digirin.

Li gorî rêjeyên fermî yên parçeyên Kurdistanê herêmên ku hêzên parastina jin lê serwer in, rêjeya kuştin û xwekuştina jinan, tundiya dijî jinê kêmtir e. Rêjeya tundiyê ya herî kêm li Rojava, Şengal, Qendîl (Pişder) û li Tirkiyeyê jî ji derveyî tundiya dewletê ya dijî jinên kurd, rêjeya tundiya dijî jin li gorî bajarên din ên Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê kêmtir e. Li hemû herêmên ku jin di asta parastin û rêveberiyê de serwer dibin, tê dîtin ku rêjeya tundiyê kêmtir dibe.

Ancax pirsa divê bê kirin, gelo li rex parastina welat, ji bo parastina jinên kurd û hemû jinên herêmê wê ev hêzên parastinê yên jinan çawa bikarin li dijî tundiya li ser jinan bi têkoşîneke hevpar û serbixwe rawestin? Gelo wê bikarin berjewendiyên teng ên hizbî, malbatî û parçe derbas bikin, ji bo tevahî berjwendiyên neteweyî û jinan têkoşîneke hevpar û bi bername bimeşînin?

Çavkanî: Rojnews / Terze Taha

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar