PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Sedema qirkirina vîrûsa koronayê Erdogan û Bahçelî ne!

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de û nîqaşên tên kirin, xebatên ji bo aşiya vîrûsa koronayê gihaştine asteke baş. Şewba koronayê çawa dest pê kir û berê tedbîr hatibûn girtin an na? Ev mijar her çend mijarên nîqaşê bin jî ev daxuyanî ji bo kesên pê ketine û dahatûya mirovan girîng in û hêviyê didin.

Divê em vê jî bibêjin ku rêlibernegirtina vîrûsa koronayê û belavbûna vîrûsê, ji bo dahatûya mirovahiyê rewşeke pir xeter e. Helbet ev tişt jî dikeve bîra mirov û mirov dibêje “gelo ev şewba mîkrobîk a di laboratuwaran de tê çêkirin, bûye cinawir ku rê li ber nayê girtin!”

Niha li gor daxuyaniyên fermî di tevahiya cîhanê de nêzî 70’ê milyon mirov bi şewba vîrûsa koronayê ketine û nêzî 2 milyon mirov jî jiyana xwe ji dest dane. Di çavkaniyên cuda de tê gotin ku hejmara pêketiyan ji hejmarên tên dayîn gelekî zêdetir e. Li gorî hejmarên pêketiyan ên fermî û nefermî  rewşa şewba vîrûsa koronayê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê li gorî hejmarên tevahiya cîhanê pir xerab e. Li gor hejmarên di daxuyaniyên demên dawîn de tên dayîn rewş wisa ye.

Dema em bala xwe bidinê, ji dema ku rewşa vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayê fermî bi daxuyaniyan tê aşkerakirin, hejmara pêketiyan pir kêm tê dayîn. Bi giştî hejmara miriyan bi dehan, ya pêketiyan bi sedan dihat dayîn. Her çû hejmar zêde bû. Di meha mijdarê de êdî hejmara rojane ya miriyan bi sedan, ya pêketiyan bi hezaran tê dayîn.

Em baş dizanin ku li Tirkiyeyê hejmarên fermî yên der barê vîrûsa koronayê de tên dayîn ne hejmarên rast in û rastî bîst carî zêde ye. Li gor vê rewşê li Kurdistan û Tirkiyeyê ji sed hezarî zêdetir kes ji ber koronayê mirine.

Sedema ewqas belavbûna şewba vîrûsa koronayê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’yê ye. Ji ber polîtîkaya şerê taybet-qirêj ê Erdogan-Devlet Bahçeli li Kurdistan û Tirkiyeyê bi zanebûn dikin, rewş wisa bû û ev tablo derket holê.

Divê bê aşkerakirin ku piştî li Kurdistan û Tirkiyeyê metirsiya vîrûsa koronayê çêbû, heke tedbîrên pêwîst bihatan girtin, şewb ewqas belav nedibû û metirsî nedgihîşt asta niha, lê tedbîrên pêwîst negirtin. Berovajiyê vê rê li ber belavbûna şewbê vekirin. Yên ev tişt kirin dijminê gel û mirovahiyê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye û hê jî ji bo desthilata xwe dirêj bike, vîrûsa koronayê ji xwe re dike hincet.

Her çend li gor daxuyaniyên fermî dibêjin vîrûsa koronayê di meha nîsana 2020’an de li nexweşxaneyan hatiye qeydkirin jî ev ne rast e. Ya rast ew e ku vîrûsa koronayê berê jî li Tirkiyeyê hebû û ev di fermiyetê de qeydkirî ye. Heta Fahrettin Koca beriya Umrê bi awayekî fermî mijar ji Erdogan re vegotiye. Erdogan tiştên hewce dikirin nekiriye. Li gor berjewendiyên serokê diyanetê Alî Erbaş û karsaziya neqilkirina Mekkeyê dike tevgeriyaye û dîsa li gor berjewendiyên xwe tevgeriyaye. Di encama vê de ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên cur bi cur bi deh hezaran kesan şandine Mekkeyê.

Piştî yên çûbûn hecê vegeriyan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hejmara pêketiyên şewba koronayê zêde bû. Piştre bi hatina havînê re hejmar gihiştin asteke wisa êdî nikaribû rê li ber bê girtin. Berpirsiyarê vê rewşê dîsa dîktatoriya AKP-MHP’ê ye. Di tevahiya cîhanê de ji ber şewba vîrûsa koronayê der barê çûnûhatinên derve û navxweyî de tedbîr hatin girtin, lê polîtîkayên Erdogan-Bahçeli berovajiyê vê yekê bûn. Ew ketibûn derdê berîka çend kesên ku li dora wan zîz dibûn. Vê jî têra wan nekir, li bajarên kurd û elewî dijîn tedbîrên vîrûsa koronayê nehatin girtin û ew derveyî tedbîran hiştin. Li van bajaran bi zanebûn bi hefteyan av û ceyran hatin qutkirin. Rê li ber paqijiya derdorê digirtin û nedihiştin gel biçe zozanên xwe yên paqij.

Kel û pelên tibî yên ji bo tedbîra vîrûsa koronayê pêwîst, jelên paqijiyê, sabûn û rûpoş (maske) nedişandin van bajaran. Her wiha dema wan ev tişt dikirin, kesên rastî bi civakê re parve dikirin ew lînc dikirin. Di encama van tiştan de vîrûsa koronayê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bû lehî û her der da ber xwe.

Rêxistinên kedkarên tenduristiyê TTB, SES, Dev.Saglik-Îş û hwd. bûn hedef bi girtina saziyan û girtina rêvebiran gef li wan dixwarin. Di êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê yên li kedkarên tenduristiyê gelek kedkar birîndar bûn an hatin kuştin. Bi operasyonên di nav civakê de kirin, hişê gel tevlihev kirin û her tişt berovajî kirin wek ku her tişt normal e nîşan dan. Heta berpirsiyarê vê meseleyê ku hiştin civak di bin vê şewba vîrûsa koronayê de bimînin dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan-Bahçeli wek leheng hatin nîşandan.

Di rewşa heyî de li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê xetereyeke wisa ya vîrûsê heye ku dikare civakan helak bike. Li aliyekî polîtîkayên dijmirovî û faşîst didomin, li aliyê din êrîşî kedkar û endamên rêxistinên tenduristiyê yên li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin; rewşenbîr, rojnamevan, lêkolîner, siyasetmedar û hwd. dikin ku der barê vîrûsa koronayê de civakê agahdar dikin.

Êdî her tişt aşkera ye û nikarin veşêrin. Hê nû dest pê kirin, bi daneyên fermî hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê dimirin di ser sedî de didin. Li nexweşxaneyan êdî cih nemaye. Testa vîrûsê êdî bûye luksek ku her kes nikare bike. Piraniya civakê ji ber derfetên kêm yên madî hem jî ji ber astengiyên derdixin ber wan, nikarin testa xwe ya vîrûsê bikin. Kel û pelên ji bo mieyne û derman li qata reş asê bûne, bi hêsanî nikarin bên peydakirin.

Lê belê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya divê hesab bide gel, di bin navê tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê, zext û zorê li civakê dike û qedexeyan zêdetir dike. Erdogan-Bahçeli wek tu tiştek nebûbe tevdigerin û hê jî li ser desthilatê disekinin û diçin herêmên dagirkirî yên Qibirisê geşt û guzarê.

Li Kurdistanê li hemberî derbeyên gerîlayan têk çûne û li beramberî krîza aborî, siyasî û civakî ketine rewşeke xirab û tengav bûne. Ev demek e ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin bi gotinên ‘reforma hiqûqî’ û ‘guhertina destûra bingehîn’ û hwd. yên wê tu carê nikaribin pêk bînin, dixwazin civakê bixapînin û eware bikin.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hatine dawiyê, ji pertal de ketine. Ji niha şûn de, êdî her tişt maye li ser milê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên şoreşger, demokratîk, azadîxwaz û rêxistinên wan ên pêşeng e.

Nûçeyên Têkildar