Li Îngîlistanê koçberên ku cezayê wan ji 12 mehan zêdetir in û kesên ku serlêdana wan xwelêgirtinê hatine redkirin li navendên ku lê têne girtin ji ber vîrûsa koronayê nikarin parêzerên xwe bibînin.
40 saziyên civakî yên îngîlîz ku xwestin balê bikişînin ser mijarê name ji wezareta karê navxweyî û dadê re şandin. Saziyan ji wezîran xwestin ku mirovên li navendên koçberan werin berdan û gotin ku ji ber presedûra tevlihev a dersînorkirinê ne rast e ku koçberên bêyî alîkariya hiqûqî werin hiştin.
Li Îngîlistanê 434 koçber hene ku li hêviya dersînorkirinê ne. Li aliyê din tevdîrên derasayî yên li girtîgehan jî ji hêla gelek saziyan ve pir pirolekirî têne dîtin.
Li Îngîlistanê girtî rojê tenê saetekê dikarin ji hucreyên xwe derkevin, mafê hevdîtinê bi temamî hatiye sekinandin. LONDON