Derkete holê gelek kesên ku li Colemerg û Şirnexê cerdevaniyê dikin ev 6 meh in derbasî başûrê Kurdistanê bûne, bûne ‘pêşmerge’ û ji wir meaş distînin.
Li gorî agahiyên xwecih 300 cerdevan bi çarçoweya peymana di navbeyna PDK û Tirkiyeyê de derbasî başûrê Kurdistanê bûne, bi navê ‘pêşmerge’ tev li nav operasyonan dibin. Cerdevanên ku meha bihurî tev li êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûne, meha bihurî di nav hêza PDK’ê de cih girtine ku şandibûn herêma Garê. Tê gotin ev kes li Tirkiyeyê meaşê cerdevaniyê digirin, li Başûr jî bûne ‘pêşmerge’ û li vir jî meaş distînin.
Tê gotin li pişt vî tiştî malbata Fîrûzbeyoglu heye. COLEMERG