PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Başûrî ji bo nanê xwe li ser pêyan e!

Xelkê başûrê Kurdistanê îro li ser cih û warê xwe birsî ye. Êdî ne hejar û nexweş, beşek mezin a welatiyên başûrê Kurdistanê ku bi xwîna bav û kalen wan hatiye avakirin, ji ber nebûna nan îro li kolanan ji rêveberiya başûrê Kurdistanê kar û mûçe dixwazin.

Pir balkêş e, yek ji parçeyê Kurdistanê yê herî bi xêr û bêr û xwedî dahatekî pir mezin başûrê Kurdistanê ye. Li aliyê din li gorî parçeyên din xwedî statûyekî federal û rêveberiyeke herêmî û xwecihî ye. Lê tevî vê jî welatî ji ber nebûna xizmetgûzarî û hejariyê dinale.

Ji ber siyaseta şaş a rêveberiya Başûr a di destê PDK û YNK’ê de, rewşa xelkê Başûr pir xerab e. Di warê siyasî, aborî û jiyanê de sekiniye. Têkiliyên di navbera Tirkiye-PDK û dîsa têkiliyên bazirganî yên malbata Barzanî û Talabanî yên li gel Bexdayê kiriye ku hejarî û derbederiya li Başûr zêdetir bibe û jiyan bitevize.

Demek dirêj piştî rêzehevdîtinên hikûmeta Başûr û Bexdayê ya li ser dahata herêma Kurdistanê û şûnde herî dawî li Bexdayê di civîneke bê kurd amade bibin de, li ser behra dahata Başûr 320 milyar dînarê ıraqî hate qûtkirin. Ev jî kir ku mûçeyên ku hikûmeta başûrê Kurdistanê dereng û nîvî dida, bikare bikeve rewşek ku nikaribe bide.

Li aliyê din ji ber nebûna kar, xizmet û dîsa dagirkeriya tirk û êrîşên çeteyan ên li herêmên madeya 140’î gel di rewşek perîşan de bûn. Jiyan giha wê astê ku êdî nikaribe bidome. Van rojan di serî de karker, mamoste, jin, ciwan û ji hemû beşên civakê dîsa daketin qadan û daxwaza nan kirin. Nexweş nikarin bên dermankirin, karmend destvala diçin mal. Perwerde teviziye.

Di rewşek wiha de gel daxwaza hilweşîna hikûmetê dikin. Di serî de li Silêmaniyê navçeyê wê Kelar, Germiyan, Raperîn û bajarê Kerkûkê dîsa gelek deverên din daketin kolanan, nerazîbûn nîşanî hikûmtê dan. Di van çalakiyan de çend dîmenên balkêş derketin. Di xwepêşandanan de dirûşma herî zêde derketin pêş ev bû ‘Diz diz desthilat kanî dahata welat’ û ‘Birûxe desthilat’ ev rewşa li herêmê berbiçav nîşan dan.

Gel gihiştiye wê astê ku ev rêveberî ji derveyî dizî û talanê tiştekî din nade gel. Ji bo vê biryar girtin ku li kolanan daxwaza mafê xwe bike. Lê li vir ji bo gel bikare vî mafî bi dest bixe, divê xwe birêxistin bike û di biryara xwe ya girtina maf de bi israr be.

Çalakî û xwepêşandanên parçeyî li yek cihî û sînordar wê encamê baş negire. Divê di serî de li dijî dagirkeriya tirk û piştre li dijî nelirêtî, gendelî û dahata xwe çalakiyên demokratîk û bi encamgir bi dest bixin. Ji bo vê jî divê rewşenbîr û kesayetên kurdperwer pêşengtî ji serhildanên gel re bike.

Jin û ciwan divê bibin pêşengên serhildanên gel û bi rêxistinkirî çalakî bên kirin. Li her derê li Hewlêr, Dihok, Zaxo ji bo siberojeke aram çalakî bê kirin. Ji bo jiyanek hevbeş û siberoja zarokên vî welatî divê dawî li desthilatekî wiha bê anîn.

Nûçeyên Têkildar