Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sedemên girtinan; pere şandin, lihevanîn, tevlibûna cenazeyan…

Ji 19 kesên di 26’ê mijdarê de, li Stenbolê hatin binçavkirin 6 jê hatibûn girtin. Sedema girtina van kesan pir balkêş e. Ev kes ji ber xebatên xwe yên siyasî, tevlibûna cenazeyên xizmên xwe û roportajên ji bo greva birçîbûnê dayîn hatin girtin

Li Stenbolê, di serdegirtinên malan ên 26’ê mijdarê de, Alîkarê Serokê Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavûz jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 6 rojan Yavûz jî di nav de 6 kesa bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Sedema binçavkirin û girtina van kesan pir bal kêş û sosret e. Her 6 kes bi hinceta xebatên xwe yên partiya siyasî, tev li merasîma cenazayên xizmên xwe û çalakiyan bûyîn û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê roportajdayîn hatin girtin.

Di dema îfade dayînê de, ji Alîkarê Serokê Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavûz ê di navbera salên 2014 û 2018’an de rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê bû, pirsên xebatên wî yên partiya siyasî kirin. Di heman demê de, xebatên Yavûz ên siyasî, tevlibûna wî ya çalakî û bernameyan, hevdîtinên wî yên telefonê û roportajên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin, dayîn weke sûc hatin dîtin.

Tev li merasîma cenazeyê bûyîn

Dîsa ji ber ku Alaettîn Altinbaş ê di çarçoveya heman lêpirsînê de hat girtin, tev li merasîma cenazeyê biraziyê xwe Bûrhan Altintaş ê cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li peyareya Goristana Kîlyos a Stenbolê hatibû definkirin bibû, wek sûc hat dîtin.

Te çima ji birayê xwe re pere şand

Nazim Adiguzel ê bi heman hincetên sosret hat girtin jî hevdîtinên wî yên telefonê yên bi xebatkarên xwe re kiribûn sûc hatin dîtin û pirsa ‘Te çima ji birayê xwe yê girtî re pere şand’ jê hat kirin û bi vê nirxandina ‘Te li ser navê rêxistinê pere kom kiriye’ kirin.

Sedat Acay ê hat girtin jî ji ber ku du cîranên xwe li hev anîbûn, bi vê hat sûcdarkirin. Acay ji ber vê xebata xwe bi sûcdariya ‘Endamtiya dadgeha gel a KCK’ re rûbirû ma.

Pirsa xebatên HDK’ê

Xebatkara HDK’ê Mizgîn Aksû jî, di heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Aksû ji ber xebatên xwe yên HDK’ê, hevdîtinên xwe yên telefonê, tevlibûna konferansa jinan a sala 2019’an û desteya giştî, hat sûcdarkirin.

Ken qedexe kirin!

Aksû diyar kir ku di dema binçavkirinê de, zextên derûnî li wan kirin û wiha got: “Çi dema ku me di navbera xwe de diaxivîn, polîsan ji me re digotin, ‘hişbin, ev der şaxa TEM’ê yê, ne cih dine.’ Bi van gotinan em tacîz dikirin. Polîsan destûr ne didan em bikenin û ji xwe re stran bêjin. Di gotin ‘qedexe ye.’ Bi vê awayî her tim mudaxileyî me dikirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar