Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Putîn Peymana ‘Şeş Dewlet û yek milet’ da mohrkirin!

Şerê Qerebaxê roja 27’ê îlona 2020’an di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de dest pê kir. Rojek piştî peymana 9’ê mijdara 2020’an  li Moskovê hat îmzekirin jî bidawî bû.

Şer 43 roj dom kir. Di encama vî şerê xedar de serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan têkçûnê qebûl kir.

Şerê Qerebaxê hem li herêmê û hem jî li cîhanê deng veda. Bu rojeveke sereke. Li ser bûyerê şîroveyên cur bi cur hatin kirin û ev şîrove bê ku kêm bibe didome. Hinek ji bo mijarê dibêjin ‘şerê Qerebaxê’  û rewşê şîrove dikin. Ev derdor bêtir li ser rewşa însanî radiwestin. Li gor wan serokdewletê Rûsyayê Putîn piştî 42 rojan mezinî û giraniya xwe nîşan da û di navbera her du aliyan de navbeynkariyê kir. Di encamê de bi ser ket û rê li ber kareseteke mezin a însanî girt. Bi vê boneyê ev derdor Vilademir Putîn jî wek serkeftiyekî şer dibiriqînin.

Di rastiya hemû şeran de xetereyên însanî hene. Hela di vî şerî de ev pirtir e. Ji bo ku di nava vî şerî de neyartiya dîrokî ya dewleta tirk heye. Neyartiya dewleta tirk a li dijî Ermenistanê ji ber bûyer û komkujiyên di dîrokê de pêk hatine cîhan pir baş pê zane. Lê divê mirov nekeve nav vê heleqa teng û nebe sedema fetisandina mijarên meztir û stratejîktir.

Mijar firetir e. Aliyeke mijarê jî Qafkas e. Dema bi ‘fanosa’ Qafkasê bûyer bê ronîkirin mijarên hê hesas û stratejîk dertên.

Yek ji wan mijarên hesas û sratejîk hebûna Ermenistanê bi xwe ye. Ermenistan bi hebûna xwe ji bo Moskovê bergiriyeke xwezahî ye. Hebûna Ermenistanê li ser nav û hesabê Moskovê Qafkasê diparêze. Hebûna ermeniyan serkeftin û binkeftinên ermeniyan ji bo vê parastinê xwedî ciheke bêhempaye. Lê berovajiyê vê, ji bo osmanî ango tirkan hebûna ermeniyan li herêmê wek kelemeke asus e. Li ser rêya wan a avakirina ‘welatê Turan’ bûye kelem. Her dem hewl dane vê kelemê ji holê rakin. Mînaka ‘Qirkirina Ermeniyan’ ji bo vê mînaka herî beloq e.

Desthilatdariyên li Moskovê yên hemû serdeman bi vê zanebûnê tevgeriyane. Têkçûna ermeniyan li dijî nijadên tirk wek têkçûna Moskovê hesibandine. Serokdewletê Moskovê Vilademir Putîn jî di destpêka desthilatdariya xwe de wisa bû. Ev helwest di şerê Qerebaxê yê destpêkê de pir ber bi çav e.

Lê îro ne wisa ye. Moskav tenê temaşe kir û peymana têkçûna Ermenistanê bi Nikolay Paşînyan da îmzekirin.

Dema mirov analîzên pîsporên leşkerî yên rûs dişopîne ev şîrove pir aşkera dertên pêş. Ez dixwazim ji wan analîzan tenê yê du kesan bi were parve bikim.

Yek ji wan şîroveyên Albay Alexander Zhilin e. Zhilin di çapameniya rûs de balê dikşîne ser peymana sê alî û wiha dibêje: “Naveroka peymanê û hemû berjewendiyên stratejîk ên tirk li hev dikin”. Gotina xwe wiha didomîne. “Erdogan Qafkasya Başûr qezenç kir (lê tenê ji bo îro Qafkasya Başûr…)” Zhilin gotinê xwe wiha diqedîne: “Bi vê peymanê careket din Rûsya li hember Erdogan xwe biçûk xistiye.”

Keşeyê ermen Hovhanes bi çek û rext girêdayî li ber Dêra Dadivak a 800 salan leşkêrê Hêza Aştî ya Rûsyayê pêşwazî dike û wiha dibêje: “Spas ji bo ku hûn hatin û li vir in.” Bersiva leşkereke rûs wiha ye: “Me ji bo vê şûnwarê pîroz biparêzin ferman girtiye”, bi vê hevokê jî bersiva xwe bi dawî dike: “Li gor kevneşopiya heyî ewlehî û îstîkrara vê herêmê bi destê Rûsyayê çêdibe.”

Helwesta serokomarê tirk Erdogan û şirîkê wî yê desthilatdar (serokê MHP’ê Devlet Bagçelî) di şerê Qerebaxê de wek farmandarê eniya şer li dij Ermenistanê bi hişmendiya ‘Du dewlet û yek milet’ şer kirin.

Hemû leşkerên rûs ên pisporên vî mijarê pir baş zanin ku ev gotina ‘Du dewlet û yek milet e’ tenê ji bo îro tê gotin. Lê baş tê zanîn ku di stratejiya gotina ‘Du dewlet û yek miletê’ de piştî ketina Ermenistanê tê dê bibe ‘Şeş dewlet û yek milet”.  Ew jî li herêma Qafkas qala şeş dewletên tirk ên wek Kazakistan, Kirgizistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Azerbeycan û Tirkiyeyê dike.

Erdogan û Bagçelî bi van gotin û helwestên xwe hemû şîroveyên leşkerên pîspor ên rûs piştrast dikin. Lê belê li Moskovê mohrkirina peymana têkçûna Ermenistanê ji bo Putîn çi piştrast dike? Bersiva vê hê ji aliyê Putîn ve nehatiye dayîn. Em ê li bende bin dê jiyan bersiveke çawan bide me û Putîn bixwe.

Nûçeyên Têkildar