Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandan berbelav dibin

Li başûrê Kurdistanê li dijî hikûmeta xwecih û partiyên siyasî çalakiyên protestoyî berbelav bûn. Li gelek bajaran avahiyên partiyan hatin şewitandin, bi kêmanî 2 kes mirin

Li başûrê Kurdistanê ji ber nedayîna mûçeyan û polîtîkayên hikûmetê başûrî li ser pêyan e. Çalakiyên protestoyî ku bi rojan e didome van çend rojên dawî geştir bû. Nexasim roja duşemê êvarî li gelek bajaran çalakî hatin kirin, hemû partiyên siyasî bûn hedef, avahiyên partiyan hatin şewitandin. Duşemê di çalakiyan de 2 çalakgera şehîd bûn, bi dehan jê birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Şarezur

Li Şarezûrê ya Silêmaniyê çalakî derengiya şevê li bazara bajêr dest pê kir, gel li kuçeyan agir vêxist û rê li trafîkê re girt. Hêzên çekdar ên bi ser partiyan ve bi guleyên êrîş birin ser gel û ciwanek birîndar bû. Ciwanê ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Derbendîxan

Derengiya şevê li Derbendîxanê ya Silêmaniyê jî gel derkete derve, avahiya qeymeqamî û Tevgera Goran şewitandin. Çalakgeran berê xwe dane avahiya PDK’ê, lê hêzên PDK’ê bi çekan êrîşî gel kirin, di encamê de çalakgerek birîndar bû. Her wiha hêzên çekdar ên li ber avahiya YNK’ê jî êrîş bir ser çalakgeran.

Germiyan

Çalakgeran avahiya Goran a li Kelarê ya Germiyanê dan ber keviran, hêzên çekdar gule li çalakgeran reşandin. Li bajarokê Kifrî jî êvarî avahiya YNK’ê hate şewitandin. Dema ku avahî hatî şewitandin ciwanê bi navê Ako Selman ê 17 salî bi giranî birîndar bû. Hate gotin Selman jiyana xwe ji dest daye. Çalakgeran berê xwe dan partiyên PDK û Goran.

Li Çemçemalê jî ciwanekî 16 salî şehîd bû, 2 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ciwanê bi navê Adem Yahya ji ber êrîşa çekdarî ya hêzên bi ser PDK’ê ve jiyana xwe ji dest daye.

Ranya

Li Ranyê jî hêzên çekdar êrîş birin ser çalakgeran, derdora 20 çalakgeran birîndar bûn, ewqas jê jî hatin binçavkirin. Çalakiyên protestoyê biqasî 3 saetan dom kir.

Seyîd Sadiq

Li Seyîd Sadiqê avahiyên PDK, YNK, Komela Îslamî, Yekgirtû Îslamî, Goran, mal û avahiya qeymeqam û navenda polîsan hate şewitandin. Hate diyarkirin ku di van xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûne lê bîlançoya rastîn nehate bidestxistin.

Bi dehan kes hatin binçavkirin

Li gorî agahiyên xwecihî hefteya dawî li herêmê bi dehan kes hatine binçavkirin. Hê hejmareke zelal nehatiye bidestxistin.Lê li gorî agahiyên ku ji gelek bajaran tên, gelek kes hatine binçavkirin. Derheqê rewşa kesên hatina binçavkirin tu agahî nehatiye girti.

Zexta li ser medyayê zêde bû

Rêxistinên Mafê Mirovan ji ber zextên zêde yên hêzên çekdar bi fikar in. Roja duşemê asayîşa bi ser partiyan ve bi ser televîzyona NRT’ê ve girt, bûroyên wê yên li Silêmaniyê girtin û weşana zindî dan rawestandin. NRT ya rêveberê partiya siyasî Naway Nwe Şaswar Evdilwahid e. Hemû organên çapemeniyê yên li herêmê bi ser partiyên siyasî û şexsan ve ne. Li gorî halê fermî azadiya çapemeniyê ev 10 sal in li Başûr heye lê. SILÊMANΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar