Navenda Nûçeyan
Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê dewam dikin. Îro li Şarezûr, Tekye, Xurmalê, Qelediz, Pîremegrun û Zerayenê carek din welatî daketin kolanan û dest bi xwepêşandanan kirin.
Li xwepêşandana li bajarokê Tekye ya ser bi navçeya Çemçemalê hêzên asayîşê gule bi ser xwepêşanderan de barandin, di encamê de ciwanek 28 salî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Di xwepêşandana li Tekye de xwepêşanderan baregeha PDK’ê hate şewitandin û niha xwepêşandan dewam dike.
Li navçeya Seyidsadiqê ya li nêzî Gereca Silêmaniyê jî bi hezaran welatî daketin qadan. Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşandêran gule berdan. Di encamê de zarokê bi navê Herêm Elî şehîd bû.