PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Komek parlamenter ji bo piştgiriya xwepêşanderan ketin grevê

Komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistan ku tê gotin ên fraksiyona Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Nifşê Nû û serbixwe ne, ji bo piştiriya xwepêşanderan ketin grevê

Navenda Nûçeyan

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê dewam dikin. Bi rojane xelkê herêmê li qadan in û daxwaza mafê xwe dikin. Heya niha di xwepêşandanan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji bo piştgirîdayîna xwepêşanderan komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ketin grevê. Li ser navê parlamenteran daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke parlamenterên Kurdistanê, ji bo parastina yekdengî, mafê rewa yê xelkê Kurdistan, başkirina jiyan û çareseriya qeyrana mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, bi israr in. Tevî desthilatdarên herêmê sedema qeyrana li Herêma Kurdistanê ne, hîn jî di birsîkirina xelkê, qeçaxçitiya li sînoran û neşefaftiya dahata neftê de bi israr in. Neheqî li ciwanan tê kirin û têne şehîd xistin.

Em li dijî tundûtujiyê ne lê dema ku rewş gihîşt asta tundûtujiyê, xwîna mirovên me ji pencere û deriyên baregehan pîroztir e. Divê berpirsên hizbê bi berpirsyarane danûstandinê bi nerazîbûna li kolanan re bikin. Dawî li vê xwîn rijandinê bînin. Em bang li hêzên ewlekariyê dikin, xwepêşandêr jî zarokên vê herêmê ne, ji ber ku neheqî li wan tê kirin daketine kolanan, heman neheqî li we jî hatiye kirin. Ji bo vê berê tifenga xwe nedin wan.

Em bang li hemû hizban dikin, baregehên xwe li hemû bajar û navçeyên alozî tê de vala bikin. Xwe ji xwepêşanderan dûr bixin û li hemberî wan ranewestin. Em ê li gorî wezîfeya navxweyî ya parlamentoya Kurdistanê, ji bo ku demek zû de civînek çêbibe û hikûmet were parlamentoyê, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê bikin.

Divê hikûmet hemû pirsgirêkên heyî, neft, qaçaxçitiya sînor û bacê çareser bike. Bi Iraqê lihev bike û dawî li tundûtjiya dijî xwepêşanderan bîne.

Bang li xwepêşanderan dikin, ji bo xwestina mafên xwe şêwazên aştiyane bikar bînin. Em piştgiriyê li mafê we dikin û dixwazin hûn xwe ji tundûtujî, şewitandina cihên giştî biparêzîn.

Me biryar de em weke parlamenter, ji bo piştgirîdayîna daxwazên we xwepêşanderan, li parlamentoya Herêma Kurdistanê bikevin grevê. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnan dewam bikin, heya hêviyek rast ji bo çareseriya pirsgirêka xelkê Kurdistanê dernekeve û dawî li vê rewşa nayê xwestin neyê, em ê çalakiya xwe dewam bikin.

Em bang li hemû parlamenteran jî dikin da ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar