Girtiyan di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Niha koma sêyem di greva birçîbûnê de ye.
Têkildarî grevê parêzer-nivîskar Eşber Yagmûrderelî û hunermend Ferhat Tunç axivîn.
Parêzer-nivîskar Eşber Yagmûrderelî ku got ‘Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e’ anî ziman ku asasiya vê jî ‘pirsgirêka demokrasiyê’ ye. Yagmûrderelî destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka bi awayekî aştiyane nayê çareserkirin rojeva welêt her tim di nav rageşiyekê de ye û tecrîda li ser Ocalan jî perçeyek vê pirsgirêkê ye û wiha got: “Wekî perçeyeke vê pirsgirêkê li hemberî girtiyan polîtîkayeke tecrîdê ya giran pêk tê. Nasname çi dibe bila bibe, di çarçoveya qanûna înfazê û rêziknameyê de hin mafên girtiyan hene. Yek ji van mafên sereke jî mafê hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re ye. Ev maf, ew maf in ku divê tu girtî neyên mexdûrkirin. Ev maf ji bo her kesî ne.”
Yagmûrderelî anî ziman ku grevên birçîbûnê 50 sal in tim di rojeva welêt de ne û ji ber tecrîd pêk tê, ev yek mafdariya grevên birçîbûnê dide der û diyar kir ku grevên birçîbûnê hewl didi hesasbûnekê li civakê peyda bikin û wiha domand: “Her ev yek dewam bike dê nerihetiya civakê jî dewam bike. Ev yek, bi kêrî tu kesên li vî welatî nayê.”
‘Divê her kes bibe denge girtiyan’
Hunermend Ferhat Tûnç jî anî ziman ku di rewşeke xeter de girtî hewl didin pirsgirêkan çareser bikin û wiha axivî: “Wan girtin lê nikaribûn wan ji armancên wan dûr bixin. Niha hemû enerjiya xwe ji bo azadî, adilbûyînê xerc dikin. Hevalên me yên di girtîgehan de, ji 27’ê Mijdarê ve li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan, hewl didin tarîtiya welêt tarûmar bikin.”
Her wiha Tûnç di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hunermend nikarin ji bo bêrîkirinên civakê, ji bo derdên civakê xwe li guhnedêriyê deynin. Hin kes ji bo azadî û edaletê xwe birçî dihêlin û laşê xwe ber bi xetereyê ve dişînin. Lewma hunermend divê bi awayekî herî zêde bibin dengê wan. Li welatê me heya ku tecrîd bidome, heya ku binpêkirinên mafan bidomin dê ne mirin ne jî binpêkirinên mafan neqedin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Mixabin ji ber kêmasiya me yên derve ew dikevin greva birçîbûnê. Lewma ji ber vê divê em bibin dengê wan û xwedî li daxwazên wan derkevin. Rewşenbîr û hunermend divê hemû bibin dengê girtiyan.” STENBOL