PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Yekitiya neteweyî yan yekitiya sosyalîst

Di sedsala 17’an de bi destpêka serdema kapîtalîst di dewlet û tevgerên dijberî pergala dewletê de guhertin çêbûn. Şêwaza dewletê veguherî netewe-dewletê û têkoşîna li hemberî pergala serdest jî zêdetir di bin navê sosyalîzmê de hate kirin. Li Ewropayê netewe-dewlet bi pêş ket. Dewletên biçûk ên feodalîte di encama gelek şeran de yekitiya xwe ava kirin û veguherîn dewleteke netewî. Li Almanyayê bi dehan dewletên ku bi mîrzayetiyê dihatin birêvebirin di pêşengtiya Bîsmark de hatin gel hev û Almanya ava kirin. Li Îtalyayê jî wisa çêbû. Piranî derdorên ku xwe di bin banê neteweyekî de didîtin hatin gel hev û netewe-dewlet ava kirin. Bes avakirina yek netew dewletê bi hêsanî çênebû. Di encamê de bi milyonan kesan jiyana we ji dest da.  Heya ku pergala îro ya dawî ava bû bi deh milyonan însan mirin. Li gel ku li hin erdnîgariyan bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da jî yekitiyên netewî nehatin avakirin. Tirkan dixwestin pergala turaniya ava bikin, rûsan dixwestin yekitiya slavan ava bikin, ereban dixwestin yekitiya ereban ava bikin… Lê mixabin yek ji van pêk nehat. Bi dehan hewldan hatin kirin lê hemû vala derketin. Ji ber xeyala pergala turanê li Sarîqamişê zêdetirî sed û pêncî hezar leşker di sermayê de mirin. Dewletên Slav îro hê jî di nav gengeşiyê de digevizin. Ereb zêdetirî bîst dewlet in.

Li hemberî pergala netewe dewletê, têkoşînên ku di bin banê sosyalîzmê de hatin meşandin jî negihiştin armanca xwe. Enternasyonala yekem a ku di pêşengiya proleterya de hate avakirin li gel ku têkoşîneke mezin meşand jî belav bû. Enternasyonala duyem ku di peşengiya tevgerên dijberî pergala kapîtalîst de hate avakirin jî belav bû. Xeyala sosyalîzmê ya herî mezin pergala sovyetan jî encax heftê sal li ser lingan ma. Tevgerên ku bi têkoşîna xwe ji sosyalîzm û rizgariya neteweyî re bûne mînak belawela bûn. Ne Kuba ne Vîetnam û ne jî Angola îro ji sosyaîzmê re dibin bersiv. Netewên ku bi têkoşîna xwe xeyalên şoreşgeran dixemilandin îro di rewşeke ji pergala kapîtalîst xerabtir de ne.

Di nav van geşedanan de mirov ji bo ku têkoşîn û rewşa gelê kurd binirxîne hinek zehmetî dikişîne. Ji her aliyî ve rewşeke xweser û tevlihev e. Ne dişibe netewe dewletên serdest û ne jî bi tevahî dişibe tevgerên sosyalîst. Hinek netewbûn û hinek jî sosyalîzm. Lê di dused salê dawî de ne piştgiriya sosyalîstan girt û ne jî piştgiriya pergala kapîtalîst girt. Jixwe yên ku kurd îro di vî halî de hiştin hêzên kapîtalîst bi xwe ne. Ev rewşa heyî bi tevahî berhema hêzên kapîtalîst e. Lê mirov bi dilekî rihet nikare bêje ku paya hêzên ku li ser navê sosyalîzmê tevdigerin tê de tune ye. Di têkçûna serhildanên neteweyî yên gelê kurd de paya sovyetan pir e. Rûsya di dema pergala çar de jî li hemberî têkoşîna gelê kurd bû, di dema sovyetan de jî dijberî kir û îro jî vê helwesta xwe didomîne.

Wê demê divê kurd çi bikin? Yekitiya kurd çawa ava bibe? Yekitiya neteweyî yan yekitiya sosyalîst pêwîst e? Yan jî divê dev ji yekitiya netewî yan jî yekîtiya sosyalîst berdin? An jî divê azadî û rizgariya xwe beyî yekitiyê ava bikin? Di van rojên ku ixtimala ku di navbera kurdan de şer biqewime de pêdiviya yekitiya kurdan ji her demê ferztir e. Lê ev yekitî dê çawa çêbibe?

Rewşa kurdan ji tu aliyî ve naşibe mînakên netewên din. Di nav kurdan de bi dehan eşîr û qebîle hene, bi dehan heremên xwedî taybetiyên cuda hene, baweriyên cuda, zaravayên cuda û bi dehan tevger hene. Lewma jî divê di avakirina yekitiyê de pêwîst e pir baldar were tevgerîn. Yekitiyeke ku van cudahiyan hemûyan dikaribe di nav xwe de bihewîne neyê avakirin derfeta serkeftinê jê re tune.

Di yekitiya neteweyî de divê qistasên yekemîn, duyemîn û sêyemîn werin tespîtkirin. Bêguman yekitiyeke bi yekrengî nabe. Lê li gorî rewşa kurd û Kurdistanê divê qistas werin aşkerakirin. Heke qistas aşkera bibin wê demê tevger û partiyên kurd jî lazim e van qistasan li ber çavan bigirin. Ên ku van qistasan binpê bike wê aşkera bibe û pêwîst bike were teşhîrkirin an jî derveyî yekitiyê were hiştin.

Di van qistasan de beriya her tiştî divê pênaseya dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de parve kirine were kirin. Ev dewlet dagirker in, alîgir in, dijmin in an jî dost in? Divê têkiliya kurd û tevgerên kurd bi van dewletan re bi çi rengî be? Divê teqez têkilî neyê danîn an jî heke were danîn têkilî di çi çarçoveyê de be? Ji bo yekitiya kurdan pirsgirêka sereke pênasekirina dewletên heremê û têkiliya bi wan re ye. Ji ber ku piraniya tevgerên kurd pişta xwe didin van dewletan yekitî ava nabe.  Dewleteke ku ji tevgereke kurd re dibêje ‘terorîst’ tevgereke din a kurd pê re tifaqa stratejîk dike. Ew jî têrê nake bi alîkariya dewleteke dagirker li hemberî tevgereke kurd şer dike û dixwaze bi alîkariya dewleta dagirker tevgereke kurd tasfiye bike. Heya ku têkiliyên bi vî rengî hebin ne gengaz e yekitîyeke bi tevahî were avakirin. Wê demê divê pirsek wiha were kirin gelo çiqasî rast e ku mirov israr bike bi tevgereke wisa re yekitiyê ava bike. Bi tevgereke ku tevgerên din wekî dijmin bi nav dike re yekitiya neteweyî çiqasî rast e û wê çiqasî demdirêj be? Di vir de wekî qistas rêgeza sosyalîzmê derdikeve holê. Ji ber ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye û sedema vê dagirkeriyê jî pergala kapîtalîst e divê helwesta li hemberî van dewletan sosyalîzm be. Sosyalîzm rêgeza têkiliya dewlet û civakê diyar dike. Tevgereke ku civakên kurd bi hemû rengê xwe qebûl neke û bi bîrdoziya xwe bixwaze netewe dewleteke kurd ava bike ji qenciyê zêdetir zirarê bide gelê kurd. Ji ber vê jî di yekitiyê de biqasî netewbûnê sosyalîstbûyîn jî qistaseke sereke ye. Di serketina yekitiya kurdan de divê netewbûn û sosyalîstbûn bi hev re werin destgirtin. Netewîbûn û sosyalîzm ne alternatîfê hev in.  Herdu du qistasên ku hev temam dikin in. Ji ber ku kurd ji her aliyî ve di bin qirkirin û pişaftinê de ne, netewbûn pêwîst e; ji ber ku pergala kapîtalîst di nav erdnîgariya Kurdistanê de perçebûn çêkiriye û dixwaze civakê belav bike, sosyalîzm pewîst e. Xeletiya netewe dewletan ew bû ku xwestin bi pergala kapîtalîzmê pêdiviyên civakê pêk bînin.  Xeletiya sosyalîstan jî ew bû ku xwestin bi netewe dewletê bi ser bikevin. Ne sosyalîzm bi netewe dewletê dikare were jiyîn û ne jî netewe dewlet dikare bibe sosyalîst. Ji bo kurdan yekitiya neteweyî ya sosyalîst pêwîst e.

Yek ji qistasên sereke ya yekitiyê jî ew e ku armanca giştî yek be. Ango yekitî di navbera derdorên ku bi rê û rêbazên cuda heman armancê hedef dikin de çêdibe. Tevgreke ku bi çavê dijminatiyê li tevgereke din binêre di navbera wan de yekitî çênabe. Yekitî di navbera dijminan de çênabe. Yekitî di navbera hêzên ku li hemberî dijmin bi fikir û rêbazên cuda têkoşîn dikin de çêdibe. Ji ber vê yekê divê hem qistasên yekitiyê zelal bin hem jî pozîsyona tevger û derdorên ku dê di nav yekitiyê de cih bigirin zelal bin. Nexwe yekitiya ku were avakirin ji xeynî ji bo demek kin dilê mirov rihet bike pê ve bi kêrî tiştekî din nayê. Dema di vê çarçoveyê de mirov binirxîne ji bo yekitiya kurdan hewce nake ku hemû hêz werin cem hev. Ji bo yekitiya neteweyî tenê bi awayê biyolojîk kurdbûn têrê nake, pêwîst e di heman demê de ji hemû kurdan re dilxwaz be.

Sedema ku di destpêkê de mînakên netewbûnê hatin dayîn ew e ku bi rê û rêbazên klasîk ên netewe dewletê ne netewbûna kurdan pêk tê û ne jî yekitiya kurdan bi vê hişmendiyê dikare were sazkirin.  Gelê kurd ji hemû gelan zêdetir kompleks e û şert û mercên jeo-polîtîk ji hemû cihan girîngtir û zortir e. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye parvekirin. Wekî din jî çavê hemû hêzên hegemonîk li ser Kurdistanê ye. Bi nîjadperestî û neteweperestiyê têkoşîn ji serkeftinê zêdetir komkujiyê bi xwe re tîne. Heke kurd bi yekitiya neteweyî re girêdayî yekitiya di navbera gelan de jî ava nekin nikarin bi ser bikevin.

Şer hemû li ser Rojhilata navîn tê meşandin û Kurdistan jî navenda Rojhilata Navîn e. Stratejiya kurdan divê tenê ne li gorî berjewendîperstiyê bin. Lazim e dijminê xwe kêm bikin û dostên xwe zêde bikin. Ev jî ne bi netewperestiyê bi regeza enternasyonalîzmê pêkan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar