Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Eyn Îsa: Bazar dikare bazirgan jî bêcih bike

Rûsya li nav Sûriyeyê bûye bazirganê siyasî yê herî pispor. Ev pisporiya wê bi têkiliya Tirkiyeyê re li ser Sûriyeyê bû. Efrîn bazara wan a herî mezin û destpêkê bû. Bazara ku rewşa Sûriye û hevsendiyên heyî tevlihev kirin û herêmên berfireh xistin destê rejîma ku li ber têkçûnê bû. Li hember vê yekê Erdogan jî ji bo ku kurdan qir bike û nehêle bibin xwedî statû her tişt da ber çavan û dest ji plana xwe ya qaşo nimêj li mizgefta Emewî bikira berda. Ev hemû jî ji bo rêgirtina li ber projeya kurdan bû.

Li Efrînê kurd bûn qurbana baweriya xwe ya bi fikra dostaniya bi Rûsyayê re. Wer bawerbûn ku mimkun e dostanî bi dewletan re were kirin, lê gotina ku Rêber Ocalan di dema komploya navteweyî û dîlkirina wî de gotibû ku ez bûm qurbana dostaniyên sexte û hevaltiya kêm ez xistim vê rewşê, wiha xuya bû ku li ber çavan nehat girtin. Qaşo yek ji dostan, Moskov bû. Kurd tenê li dîroka nêz binêrin û baş bi komplo bifikirin, ew ê rastiyan baş bibînin û dibînin jî, lê hinekî zû ji gotinên baş û xweş bawer dikin. Efrîn bû qurbana baweriya bi Rûsya û Serêkaniyê û Girêsipî jî bû qurbana baweriya bi Amerîkayê. Rast e, divê kurd bi hemû aliyan re peywendiyan deynin lê baweriya bi wan, ew ê bi xwe re êşên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girêspiyê bîne.

Niha Eyn Îsa di rojevê de ye û dîsa planeke zextê ya li ser rêveberiya bakurê Sûriyeyê heye. Li ser Eyn Îsa êrîş didomin, li ser Hesekê ava Elok hatiye qutkirin û li deverên din jî cih bi cih êrîş tên kirin.

Herî dawî li derdora bajarê Amûdê nûçe hatin parvekirin ku dewleta tirk deriyek ji nav dîwarê ku çêkiriye, vekiriye û ev jî peyama ku ew ê derbas bibin bû. Yekser piştî wê Rûsya berê xwe da wir û hat gotin ku li derdora wî dîwarî xendekek kolaye da ku dewleta tirk bi kar neyne. Ev jî diyar dibe ku bi kordîne pêk hatiye. Rûsya dixwaze xwe bide nîşandan ku ew li pêşiya derbasbûna dewleta tirk a herêmê disekine û weke ku xelkê li vir diparêze, lê zarok be jî dibîne siyaseta ku Rûsya dimeşîne, siyaseteke qirêj û lîstina qumarê ye.

Beriya vê bûyerê jî agahî hatin parvekirin ku Rûsya ji HSD’ê xwestiye Eyn Îsayê radestî rejîmê bike da ku tirk êrîş nekin. Ev jî dide diyarkirin ku Rûsya li pey planeke mîna radestkirina Efrînê ye. Ev demek e, hin kesên ji Rûsyayê beşdarî dezgehên çapemeniyê dibin û qaşo rewşê şîrove dikin, Efrînê bi bîr dixin û dixwazin ji kurdan re bibêjin hûn dizanin; an rejîm an jî tirk.

Dema Rûsya vê siyasetê bide pêk bîne ew ê dikaribe li nav kolanên Qamişlo, Dêrik, Reqa heta Minbicê êdî serbest bimeşe? Na, ew ê gel qebûl neke, ger li rojhilatê Firatê careke din bazarek were kirin, bazirgan jî li ber çavê wan destên xwe bihejîne, here û were.

Rûsya li bakurê Sûriyeyê mêvan e û helwesta xelkê jî dizane û dibîne. Ji ber vê yekê divê bertekên zêde tund ên gel li hember leşker û panzêrên rûsan jî bide ber çavan, ger ku bi dewleta tirk re li hev bike. Kî bibe bazirgan û bakurê Sûriyeyê bike mijara bazarê, ew ê bibe mêvanê lenetkirî. Dibe ku bazar bazirgan jî bêcih bike li ser vê axê!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar