Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rewşenbîrên Başûr bi avêtina îmzeyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd dikin

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi avêtina îmzeyan û dayîna peyaman piştgiriyê didin kampanyaya ji bo îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rewşenbîrên ku îmze avêtin, diyar kirin azadiya Rêber Ocalan wê bixwere aşitiya navbera gelan û bihevjiyankirinê bîne

Navenda Nûçeyan

Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya Misrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1’ê Mijdarê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Îmze ji kesayetên naskirî, akademisyen, hunermend, hiqûqnas, nivîskar, mamosteyên zanko, siyasetmedar û hwd tê girtin. Kampanya tenê bi Misrê re sînodar nema, li Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn jî berbelav bûye.

Heya niha bi sedan kesayetên ji Başûrê Kurdistanê bi avêtina îmzeyê daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirine.

Nivîskar û akademîsyen Ûmîd Mihemed Hisên jî bi avêtina îmzeyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev peyam da, “Kampanyaya azadî ji bo Birêz Ocalan wê ji bo pêkhatina aşitiya navbera gelan li Rojhilata Navîn bandoreke erênî hebe. Daxwazkirina azadiya Birêz Oalan, di heman demê de tê wateya parastina mafê mirovan û zîndaniyan jî. Ji bo parastina azadiyê, bihevre jiyankirinê û aşitiya Rojhilata Navîn û herêmê, azadiya Ocalan girîng e. Ji ber vê ez piştîvaniya kampanyay Mamoste ibrahim Mihemed Ferec ku yek ji kesayetek din ê îmze avêtiye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bîrmendek bi nav dike û dibêje, “Weke rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmanî gelek spasiya ev kampanyaya rewşenbîr û hiqûqnasên Misrî ji bo azadiya Rêberê Gelan, Rêberê Mirovahî Birêz Abdullah Ocalan dane destpêkirin dikin. Birêz Ocalan bîrmend û rêberekî azadîxwaz û demokrasîxwaz e, têkoşîna wî tenê ji bo gelê Kurd nîne, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ev bîrmend û fîlozofe gelek caran destê aşitiyê dirêjî dewleta Tirkiye kiriye. Lê mixabin ji ber eqliyeta nijadperest a dewleta Tirk, heya niha aştiya navbera gelê Kurd û gelê Tirk pêk ne hatiye.”ê dikim. Hêvî dikim ev kampanya bigihije armanca xwe û aşitî li herêmê pêk were.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar