Navenda Nûçeyan
Di demekê de ku deshilta AKP-MHP’ê behsa reforman dike, hevdem avêtin ser gelek malên HDP, KCD û DBP’ê de nêzî hezar kes hatin binçavkirin. Bi hinceta lêpirsîna Kobanê operasyonên binçavkirinê hatin kirin û bi girseyî diavêjin ser malan.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç anî ziman ku hem li dijî HDP û gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên tên kirin ên bûye starteke ya polîtîkayên AKP-MHP’ê. Sarisaç diyar kir ku li gorî vê siyaset li ser tunekirin û îmhakirinê hatiye avakirin û wiha got: “Ev ji bo civakê tune û bihelîne hatiye avakirin. Zexta herî mezin di serî de li dijî HDP’ê û hemû beşên muxalîfê tê kirin. Ev jî tê wateya ku HDP bi hilberandina siyaseta xwe ya alternatîf û dîsa bernameya xwe ya parmadîgma desthilat xistiye tengasiyên cidî.”
Revandin û zextên sîxurtiyê
Di axaftina xwe de Sarisaç bi bîr xist ku di demekê de AKP qala reforman dike ji HDP, KCD û DBP’ê gelek kes hatin binçavkirin û wiha domand: “Zext tenê bi van sînordar nemîne, ev demeke hewl tê dayîn ku rêveberên partiya me yên ciwan birevînin, sîxûriyê lê ferz dikin. Li ser gel zextekî mezin heye, li sînoran mirov tên kuştin. Şeralî Derelî hate kuştin, Ozcan Erbaş bi heman rengî. Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê avêtin. Li navenda bajarê Colemêrgê polîsê trafîkê ku li gel du ciwanan gotûbêj dikirin, ji lingên wan ew birîndar kirin. Binpêkirinên mafan ên mirovan pir zêde bûne.”
Êrîşên li ser gelê kurd
Mûrat Sarisaç bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan aktorekî girîng ê siyasetê ye. Birêz Ocalan rêberê bi milyonan kurd heman demê gelek mirovên Rojhilata Navîn wî ji bo xwe weke rêber dibînin. Îro kesekî li dijî sîstema modernîteya kapitalîst a tim di nava krîz û şer de ye alternatîf derxistiye holê. Tecrîda îro li ser Birêz Ocalan tê kirin, di şexsê wî de ne tenê li ser rêxistina nûnertiya wê dike, heman demê li ser gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku kengê dengê Birêz Ocalan ji derve hatiye bihîstin mercên aştiyê pêk hatine. Sala 2013’ya heta 2015’an me ev vekirî dît. Yekane muxatabê dawî li şer bîne û aştiyê pêk bîne Ocalan e. Jixwe bi xwe jî gotibû ku ‘Di nava hefteyekê de ez ê dawî li şer bînim’. Bersiva hikûmetê jî bû tecrîd. Bi pêkanîna tecrîdê re êrîşên dagirkeriyê yên di serî de li Rojava û gelek cihên din nedîtina wê ne mimkûn e. Dîsa li aliyê din êrîş li ser kurd û beşên mûxalîf jî hate destpêkirin.”
Êdî pirsgirêk bûye ya hemû kesan
Herî dawî Sarisaç anî ziman ku girtîgeh ji bo kurdan bûne qelayên berxwedanê û ev nirxandin kir: “Di salên 80’î de girtîgeh ji bo kurdan bûn qelaya berxwedanê. Salên 90’î jî wiha bû. Ji ber ku hikûmeta AKP-MHP’ê vê dizane ji bo wê zextê zêde li girtîgehan dike. Halê hazir girtîgeh hatine wê rewşê ku veguherin Guantanamoyê, zextên mezin û mafê mirovan tê binpêkirin. Îro dayikên 70-75 salî bi hincetên virt û vala tên girtin. Li hember kurdan tiştek wilo hate pêşxistin ku dikare ji bo ciwanekî 20 salî yê kurd bi qasî Mandêla ceza digire. Berxwedan ji vir destpê dike, ji ber ku Tirkiye gihaye wê astê ku nefes nayê girtin, ji bo wê nerazîbûn li girtîgehan destpê kir. Desthilata tirk bi krîzan dixwaze xwe li ser lingan bigire. Ji bo vê divê gelê hejar û aliyên ji derveyî desthilatê difikirin piştgirî bidin çalakiyan. Ji ber ku êdî ev ne pirsgirêka beşekê ye, ne tenê pirsgirêka girtîgehan û kurdan e. Ev pirsgirêka her kesê li Tirkiyeyê ye.”