Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Parlamenterên Başûr: Dê greva me berdewam bike

Parlamenterên Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê yên dest bi grevê kirine, ragihandin ku serokatiya parlamentoyê ji bo wan astengiyan çêdike û gotin ku dê dawî li çalakiya xwe neynin

Navenda Nûçeyan

Komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Fedaral a Kurdistanê ev duh roj in ji bo piştriya xwepêşanderên li Başûr li parlamentoyê ketin grevê. Parlamenteran têkildarî çalakiya xwe peyamek bi dîmen dan. Di peyama xwe de diyar kirin ku li ku dera cîhanê heye ku parlamento temaşeker be û li ser rewşa niha ya heye bêhelbest be.

Li ser navê 15 parlamentrên dest bi grevê kirine, Ebûbekir Helednî serokatiya parlamentoyê rexne kir û ragihand ku ji bo wan astengiyan çêdike û rê nadin dengê xwe bigihînin ragihandinê û got ku pêwîst bû Serokatiya Parlamentoyê hemû pêwîstiyên vê grevê pêşwazî bikiriya.

Helednî destnîşan kir ku çalakiya wan heta negihêje armanca xwe dê dawî lê neyînin û da zanîn ku di bernameya wan de heye ku pêşerojê helwestek din nîşan bidin û wiha domand: “Hêvî dikim ku parlamenterên din bêdengiya xwe bişikînin. Piştgiriya me bikin. Ev helwest ji bo piştgiriya şeqama kurdî ye. Li beramberî rijandina xwîna ciwanên kurd ku hewarekî adilane ji bo nan û azadiyê dikin helweseke. Çawa di yekem dema parlamentoyê de li hemberî şerê navxweyî parlamenteran dest bi grevê kir, me jî wiha li beramberî rijandina xwîna ciwanan û leşkerkirina bajaran, girtina çalakvanên sivîl, bêdengkirina kolanan û bêdengbûna parlamentoyê helwest girtiye.”

Navê parlamenterên ku ketine grevê wiha ne;

  • Şeyan Eskerî / Tevgera Goran
  • Sîrwan Baban / Serbixwe
  • Şirîn Kawa Germiyanî / Tevgera Goran
  • Elî Heme Salih / Tevgera Goran
  • Osman Elî / Komelya Îslamî ya Kurdistanê
  • Tupak Imad / Komelya Îslamî ya Kurdistanê
  • Ebubekir Helendî/ Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê
  • Heliz Botanî / Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê
  • Mislim Abdullah / Komelya Îslamî ya Kurdistanê
  • Omer Gulpî / Komelya Îslamî ya Kurdistanê
  • Aşna Abdullah / Tevgera Goran
  • Dana Mihemed / Tevgera Goran
  • Diyarî Enwer / Tevgera Goran
  • Rizgar Heme Nigreyî/ Tevgera Goran
  • Celal Mihemed Emîn / Tevgera Goran

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê dewam dikin. Bi rojane xelkê herêmê li qadan in û daxwaza mafê xwe dikin. Heya niha di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 54 kes jî birîndar bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar